'Şaredarên xwe me hilbijartin, ancax em dikarin peywirê bigirin’

09:10

JINHA

WAN – Jinan bertek nîşanê tayyînkirina kayyumên bên kirin dan û gotin: “Me şaredarên xwe bi îradeya xwe ya azad hilbijart. Ancax ger em bixwazin em dikarin bigirin. Me wisa hêsan şaredariyên xwe qezenc nekirin. Me bi sedan bedel dan. Ger hewce emê ji bo vê têbikoşin.”

Bertekên gel yên li dijî tayykirina kayyumên bên kirin didomin. Gelê Wanê diyar kirin ku ew kayyumên bên tayyînkirin nas nakin.

Mahbut Talay got wan dema şaredarên AKP’ê hatine hilbijartin jî dîtine û got: “Di rewşa ku dest bidin şaredarên me yên ku me bi îradeya xwe hilbijartiye, emê wan nas nekin. Me dema şaredariyên AKP’ê jî dîtin. Kê dixapînin. Hîna hikûmeta AKP’ê diziya li Wanê kirine hesabê wê nedane. Hesabê çi dipirsin. AKP bi kîjan aqilî dest dirêjî şaredariyên me dikin. em ji bilî şaredarên xwe kesî nas nakin.

'Me bi saya şaredariyên DBP’ê xizmet dît’

Kiymet Bartu jî got mafê ziman û nasnameya gelê Kurd heye û got: “Em mafê xwe dixwazin. Em zilma dewletê qebûl nakin. Êdî bes e. Şaredariyên AKP’ê ji bilî diziyê tiştek nekirin. Ji bilî îradeya me kes nekare dest bide şaredariyên me. Şaredariyên DBP’ê li taxên me xizmet kirine. Bi şaredarên DBP’ê çopa me hat berhevkirin, rêyên me hatin çêkirin. Bernameyên civakî pêk tên em bi kêfxweşî tevlî dibin. Em ji bilî şaredarên xwe kesî nas nakin.”

'Emê xwedî li şaredarên xwe derkevin’

Hasîbe Çoşkunê jî diyar kir k udi bin zilma AKP’ê de bedelên mezin dane û bi îradeya xwe şaredariyên xwe hilbijartine û wiha got: “Nekarin dest bidin îradeya gel.Ev kayyum tê wateya nenaskirina îradeya gel. Ew şaredarî bi xwîn û rondikên çavan hatin girtin. Me bi bedelên mezin şaredarî girtin. Çi ji destê me bê emê bikin.”

(htk-db/hu)