Jinê Êlihê: Divê di serî de jin xwedî li Abdullah Ocalan derkevin
09:16
JINHA
ÊLIH – Jinên Êlihê piştgiriyê dan çalakiya greva birçîbûva ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amedê hatiyê destpêkirin. Jinan bang li hemû jinên kurd kir ku , xwedî li Abdullah Ocalan derkevin.
Li Amedê di nav de siyasetmedar û parlanenter ên kurd jî heyî 50’î kes ji bo agahî ji Rêberê PKK Abdulah Ocalan bê girtin û tecrîtê şermezar bikin, li salona Vedat Aydin a Rêxistina DBP'ê, di 5’ê îlonê de dest bi çalakiya grêva birçûbûna bêdem û bêdorveger kirin. Piştgîriya ji bo çakaliya grêvê ji her ku diçe zêde dibin. Jinên Êlihê jî piştgiriyê dan çalakiyê dîrokî û diyar kirin ku, pêwist bike dê gelê kurd li hemû bajaran dest bi çalakiyan bikin.
‘Êdî kêr gihaye hestiyê’
Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Fatma Kapalîgoz diyar kir ku, ji bo jiyanekî azad û aştiyane divê deriyê Îmraliyê bê vekirin û wiha axivî: “Abdullah Ocalan Serokê geleke û îro gel ji bo Serokê xwe di nav çalakiyan de ye. Em her tim dibên gelê kurd bê Serokê xwe nikare bijî. Lewra divê demîldest Serokê gelê kurd bê berdan ango rewşa wî bila bê baş kirin. Ev çalakiya grev ê ku hatiyê destpêkirin jî sinorê dawiyê. Êdî kêr gihaye hestiyê. Em niha dibên heya ku em ji serokê xwe agahî ne girin dê li navçe bi navçe, bajar bi bajar bigerin û çalakiyê li dar bixin.”
‘Em bi Serokê xwe ve hene’
Revebera KURDÎ-DER’ê ya Êlihê Nîsbet Tekîn jî piştgiriyê da çalakiya birçîbûnê û wiha got: “ Greva ku hatiyê destpêkirin çalakiyekî dereng mayiye . Ji ber ku ev grev diviya berê de hatibûya destpêkirin. Serokê me bi salan e dibin tecrîdê de ye. Dİ serî de divê em jin bi şev û roj di nav çalakiyan de bin. Serok Apo gelek nirxê dide jinê, lewra divê jin zêdetir xwedî li Serokên xwe derkevin. Eger Serokê me tune be em jin jî tune ne. Bila gelê Êlihê demildest rabe û ji bo Serokê xwe bikeve nave çalakiyan. Em bi Serokê xwe ve hene. Bila Serokê gelan azad bibe.”
‘Serok Apo îradeya milyonane’
Endama Meclîsa Dayîka Aştiyê Nuran Seçkîn jî çalakiya greva birçîbûnê wiha nirxand: “Bi salan e ku em daxwaza aştiyê dikin. Lê li hemberî daxwaza aştiyê her tim bi şer bersiv hatiyê dayin. Êdî em jî aştiyê naxwazin. Ji îro û pêde çî pêwist bike em ê wê bikin. Eger şer be şer, aştî be aşitî. Serok Apo îradeya milyonan e û îro îradeya gel dibin tecrîda giran de ye. Heya niha li kijan welata îradeya gel hatiyê tecrîd kirin. Ji ber vê yekê gelê kurd rabû ser piyan û tecrîdê bi canê xwe şermezar dike. Ev grev peyamek e û ji bo Serokê xwe canê datine holê. Em ê jî ji îro şun de bi çalakiyan piştgiriyê bidin çalakiya Amedê.”
‘Bila jin xwedî li grevê derkevin’
Nûnera HDP’ê ya navçeya Hezoyê Nazîme Avci jî bang li hemû jinan kir ku ji bo Abdullah Ocalan bi xurtir xwedî li çalakiya grevê derkevin
(ho/rc)