‘Parastina çiyayê Şengalê berpirisyariya me tevane’
09:50
Îlham Hecî-Xensê Xidir/JINHA
ŞENGAL - Jinên Şingalê ji gel xwestin ku derdora çiyayê Şengalê biparêzin û paqij bigrin û gotin: “Çawa di fermanê de çiya em parastin divê em jî wî ya biparêzin.”
Jinên Êzidî yên ku di hemû fermanan de çiyayê Şengalê ji bo xwe perestgeha parastinê û hevalê rojên teng dîtine ji her kesê dixwazin erdnigariya wê pak bigirin. Jinên ku dan zanîn ne ji çiya ba dibe ku gelek Êzidî xilas nebûbana ji fermanê diyar kirin ka çawa di fermanê de çiya ew parastin divê ew jî çiya biparêzin.
Jina bi navê Nehla Barkat ji bo pak girtina erdnîgariya çiyayê xwe wiha axivî: Ez ji hemû gelê me yê ku li vir jiyan dikin hêvî dikim ku paqijiya çiya biparêzin. Ji ber ku dema ferman çêbuyî vî çiyayî em parastin, yan em hemû wê ketiban destê DAÎŞ’ê. Başbû ev çiya hebû em ketinê û ji destê hovan dûrketin. Ji ber wê jî divê her yek li vî çiyayê xwedî derkeve. Em hêvî dikin ku her yek li vir bê vî çiyayî paqij bihêle. Tenê mal paqijkirin têrê nake, divê em derdor jî paqij bikin. Qirêja xwe navêjin derdor ji bo tendurustiyê û taybet ji ber ku zarok li derve dilîzin û pir caran destê xwe davêjin her tiştî ji bo tendurîstiya zarokên xwe divê hemu welatiyên Şengalê paqijiya derdora xwe miqayete bibe.”
Edûl Xwedêda jî wiha got: “Ez weke jinek hêvî dikim ku her kesê li vî çiyayî jiyan dike biparêzin. Paqjiya derdor ji paqjiya dil tê. Çawa ku hezkirina çiyayê me di dilê me de ye û dilê me li hember safe, divê em derdorê jî wisa paqij bikin û ticarî nehêlin çiyayê me qirêj bibê. Her wekî di ola me ya Êzidiyatiyê jî de dibêjê paqijî ji îmanê ye. Her kesek ku îmana wî hebê divê paqjiyê bike. Mirovê Êzidî divê hertim pak û temîz bê û mal û derdor jî temîz bin. Ji berî de û heta niha jî cil û bergên me Êzidiyan sipî ne. Ev yek jî ji temîzbûnê tê. Ji bo vê yekê jî divê em li çiyayê xwe her wisa jî li çanda xwe ya kevin xwedî derkevin û çiyayê xwe biparêzin.”
Sena Berî jî bilêv kir ku mirov li ku jiyan dibike paqijî şerte û wiha berdewam kir: “Her mirovek li kur jiyan bike ji bo wî paqjî pêwîst e. Paqijî gelek baş e û gelek xweş e. Ji bo tenduristiyê û tayîbet zarok divê werin parastin ji aliyê paqijiyê ve. Divê mirov li kur be cihê xwe paqij bike. Ji ber ku paqijiyê tesîra xwe gelek li ser tenduristiya mirovan heye. Em ji berî de dibêjin paqijî ji îmanê ye. ji bo vê yekê divê em li îmana xwe xwedî derkevin û çiyayê xwe qirêj nekin. Em ji gelê xwe hêvîdarin ku çiyayê Şingalê paqij bihêlin. Ji ber ku çiyayê me gelek pîroz û bi nirxe. Çawa ku em hundirê mala xwe pak dikin divê em çiyayê xwe jî pak bikin. Çiyayê me mala me ye.”
Wedha Xelef jî daxwaza pak hêlana erdnîgariya çiyayê Şengalê ji her kesê kir û wiha domand: “Em dixwazin hemû kesên li Şingalê jiyan dikin vî çiyayî biparêzin. Li kur jî bin gilêşa xwe navêjin derdorê, wek dema bi wesayitan jî li ser cadê re derbaz dibin qirêja xwe di pencereyên tirimbêlê re navêjin. Herwiha xwediyê dikanan jî di aliyê paqjiyê de gelek hişyar bin ji parastina derdor û belavbûna nexweşiyan. Divê her yek bi çavê mala xwe ya mezin li vî çiyayî binêrê.Carnan dikandar kutuyên zêde davêjin derdora xwe wisa dihêlin. Cardin ciwan û zarokên ku diçin dikanan tiştan dikirin, li wir dixwun û gemara xwe davêjin kêleka cadê. Bila herkes divî aliyî de hişyar bibe. Çopên xwe yên mezin bila bişewitînin û wisa zirar nedin derdora xwe. Çiya hebuna me ye. Divê wek jiyana xwe em li çiyayên xwe binêrin.”
(zt)