Li bajaroka Tadef komkuj

11:08

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên Tirk li bajaroka Tadef a Babê komkujiyek pêk anî. Di bombekirinê de zêdetirî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên ANHA’yê, balafirên şer ên Tirkiyê, bajaroka Tadef a girêdayî Babê bombebaran kirin. Di encamê de komkujiyek pêk hat. Hat zanîn ku zêdetirî 10 sivîlên gund jiyana xwe ji dest dane û 50 birîndar bûne. Di nava wan de jin û zarok jî hene. Ziyaneke madî ya pir mezin gihişt derdorê. Tirkiyê piştî bajarê Cerablûsê dagir kir li bakûrê Sûriyeyê gelek komkujî pêk anî.

(rc)