Rojhilat ji bo Rojava dest bi kampanya ya piştevaniyê kir
11:14
JINHA
NAVENDAN ÛÇEYAN – Siyastmenda rewşenbîr û nivîskarên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştevaniya bi Rojava re dest bi kampanya “Yek dengî bi berxwedana Rojava” kirin.
Gelek siyasetmendar, rewşenbîr û nivîskarên Rojhelatê Kurdistanê li hember dagirkeriya dewleta Tirkiyê ser Rojava dest bi kampanya “Yek dengî bi berxwedana Rojava” kirin û kampanya xwe bi daxuyaniyek niviskî ji raya giştî re ragihandin.
Daxuyanî wihaye: “Di nav serhildana gelên demokratîk de ku navê (bahara Erebî) lê kiribun li Suryeyê ji serhildanek dij rejîma Beşar Esed di meha Gulana 2011’an de dest pê kiribu bi serkut kirina xwîn ya rejimê re ru bi ruma.
Ew hereketa aştîxwazane en gelê Surye ji ber sedemen berexisyinbuna wan, ji aliyê rejima Esed ve hatin mîlîtarîze kirin. Mudaxele dewletên rojavayî û dewletên herêmî bu sedema şerên navxweyî, xwîni û wêranger bun.
Wî şerê heta niha buye sedema qetilkirina nêzê 300 hezar kes û awarebuna zêdetırê nîvê nufusa Suryeyê. Di nava 5 salê derbasbuyî de welatên cur bi cur bo berjewendiyên xwe bi armacên parastine di ve mudexeleyede benzin dirjînin ser agirê şerên navxweyiyê Suryeyê, di dawîya wê sıyasetê de midaxilê raste rast artêşa Tirkiyê di wî şerê de dibînin. Tirkıye piştê derbasbuna çend salan li Surye di bin navê midexelekirina DAÎŞ'ê de ku bi perwerde û alîkariya hêzên Surî wekê hêzên cihadî, her wiha çêkirina çend komên çekdarê Surî di bin serweriya xwe de wek tevgerên (Nuredîn Zenkî, Sultan Muradê Çarem, Siqur El Cebel û Feyleq Şam bu) niha raste rast û li ber çevên hemî Cihanê bi resmî kete nav şer. Dewleta Tirk bêrs ragihand ku armanca wî ya sereke ya midaxelekirinê dijayetî û pêşî girtina li hember YPG û hêzên Hevpeyman li Suryeyê, ku wana wekî hereşeyek cidî ji bo ewlehiya Tirkiye tê bi nav kirin, heye.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Hêzên kurd salek piştê destpêkirina şer karibun beşekî zêde ji Rojava bixin bin serweriya xwe. Ev herêm niha di bin rêveberiya siyasiya xwe rêvebirina demokratîk de ye û bi şêwazê 3 kantonên bi navê Kubanê, Efrîn û Cizîrê tê bi rêvebirin. Ji wê demê heta niha hêzên parastinê yên Kurd di wan herêmê de bo parastina herêmên xwe li dijê DAIŞ’ê şer dikin. Di sala 2014’an de me şahidî ji berxwedaniya bê hempa ya Kobanê li hember êrişên DAIŞ’ê pir alî û hevpeymanên wî bun. Dema ew êrişane ru da stratejiya Dewletên Rojava û hevpeymanên wan li Suryeyê têk çu. Gelên Kobanê ji jin û mêr, pîr û ciwan çek rakirin bi îradeyekî polayî û derfetên kêm bi berxwedanên gel re şekil girt û kerameta mirovî parastin û kirin malê piştîwaniya gelên azadîxwazê Cihanê.
Rojava ji her alî de di çembera leşkeri, siyasî û aboriyên hukumetên paşveru, dîktator û dijdemokratîk ru bi ru hatiye. Niha ji her demeke zedetir aşkere buye ku Rojava buye sembola hêvi dayînê ,tekoşina azadî. Kerameta mirovî, edaleta cisiyeti û civakî, ne tenê DAIŞ û Ceyşil Feth yan El-Nusra, hemu hêzên Cihan û navçeyî tenê yek riye nas dikin ew ji xetımandina çareseriyên demokretikin û humu hezen dijbe mirovahiye milk û malên gel talan dikin. Ewlemendiyên wan nas nakin, ku bi tang, top û guleleyan tên û şer, wêranî, mirin û xwîn bi cih dihêlin. Ji her alî li dij Rojava hevpeyman bune. Lê Rojava dîroka xwe dinivîsandiye.
Ji bo ku şoreşa Rojava bigihîje armanca xwe di heman demî de ew xeterî û metirsiyên heyî ji holê rabikin. Em eniya berxwedanê bilind bikin û gelên Rojava bi tenê nehêlin, li kêleka wan cih bigirin û hemu bi hev re tekoşîna azadiya mirovahiyê bi hêz bikin.
Li ser vî bingehê em bangawaziyê li hemu mirovên azadî xwaz dikin bi madî, manevî, çalekiyên girseyî, meş, mitîng, duruşme, sirud, helbest, poster, çêkirina fîliman, aheng û bi hemu hasasiyeta xweya mirovahiyê ya ku dikeve ser milê wî xwedî li pêvajoyê derkeve.”
Hinek ji siyasetmendar, nivîskar û rewşenbîrnên destnîşan avêtin binê daxuyaniyê evin
1. Abas Velî
2. Kamran Metîn
3. Seylî Qefar
4. Hesen Mortezevî
5. Mohemed Maljou
6. Pervîz Sêdaqet
7. Morad Ferhad Pour
8. Salêh Nejefî
9. Kemal Xosrevî
10. Ekber Mesoum Beygî
11. Foad Taban
12. Jêlve Jevahêrî
13. Şadî Emîn
14. Gona Seîd
15. Pervîn Erdelan
16. Ava Homa
17. Sebrî Behmenî
18. Mehîn Şokrolahî
19. Seher Dînarvend
20. Kejal Alî
21. Golrox Qobadî
22. Pervîn Bextiyar Nêjad
23. Beyan Azîzî
24. Kawe Benaî
25. Mohemed rêza Şalgounî
26. Mohsên Hekîmî
27. Borhan Ezîmî
28. Nejmedîn Qolamî
29. Mensour Teyfourî
30. Haşim Ehmed Zade
31. Zerdeşt Nouredîn
32. Velîd Omer
33. Osman Mozeiyen
34. Şahêd Elevî
35. Zaniyar Omranî
36. Sebah Nesrî
37. Sasan Emjedî
38. Maziyar Tataî
39. Erselan Reyhanzade
40. Nadêr Fetourêçî
41. Mohemed Rezaîrad
42. Bêhzad Gorjî
43. Nîma Ïsapour
44. Areş Veysî
45. Reza Alîpour
46. Hadî Xêredmend
47. Teymour Eliyasî
48. Emîr Kiyanpour
49. Kawe Daroşefa ا
50. Hejîr Plasçî
51. Fereydoun Teymourî
52. Hêsam Selamet
53. Roqeye Rezaî
54. Abas Şerabî
55. Tahêr Xedîv
56. Younis Qorbanîfer
57. Elvar Qolîvend
58. Mîlad Poştîvan
59. Dilêr Kemanger
60. Ferzane Jelalî
61. Fatême Kerîmî
62. Hawjîn Beqalî
63. Someye Rostempour
64. Efsane Bêhêştîzade
(kom/zt)