Çete êrîşê Şêx Meqsûd dikin

11:21

JINHA

HELEB – Komên çete yên qaşo Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê bi dijwarî êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin. Li gorî agahiyan birîndar hene.

Li gorî nûçeya ANHA'yê li Şêx Meqsûd komên çete yên qaşo Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê ku bermahiyên ENKS’ê jî di nav de hene, bi fûzeyên Katyoşa û topên cehnemê ji aliyê Kefar Hemra ya li bakurê taxê ve êrîşî malên sivîlan dikin.

Di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin gihiştin derdorê. Êrîşa li ser taxê didom.

(rc)