Dê jinên Swêdê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bimeşin
11:27
JINHA
STOCKHOLM - Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, jin wê li Swêdê meşeke dirêj lidar bixin.
Jinên Kurdistanî yên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, wê li bajarê Ûppsalayê li hev bicivin û roja 9'ê Îlonê saet di 13:00 de ber bi Stockholmê ve bimeşin. Çav li rê ye çalakger 10'ê Îlonê roja Şemiyê piştî nîvro bigihêjin Stockholmê. Piştre wê tevlî 20. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê bibin, ku wê li taxa Solnayê pêk were.
Meşa dirêj ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd Sara, KJAR a li Swêdê, Însiyatîfa Jinên Kurd a li Orebro, Însiyatîfa Jinên Kurd a li Borlange, Komîteya KJAR'ê ya li Karlstadê, Ji bo Entegrasyonê Jinên Kurd ên li Goteborgê, Însiyatîfa Jinên Kurd a li Goteborgê, Meclîsa Jinên Kurd Amara, Komîteya KJAR'ê ya li Stockholmê, Însiyatîfa Jinên Kurd a li Norwêcê, Meclîsa Jinê Sêvê ya li Danîmarkayê, Komuna Jinê Warşîn a li Gavle, Dayikên Kurd ên li Swêdê, Însiyatîfa Jinê ya li Ûppsala û Dayikên Kurd ên li Karlstadê ve tê organîzekirin.
Saziyên amadekar daxuyaniyeke hevpar weşandin û bal kişandin ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel û jinên Kurd. Saziyan xwestin, tecrîda li ser Ocalan derhal were rakirin. Di vê navberê de Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêdê bi daxuyaniyekê bang li Kurdistanî û dostên wan kir, ku 10'ê Îlonê roja Şemiyê beşdarî 20. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ya li taxa Solna bibin.
Festîval wê li Sonahallenê pêk were û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş weke qiseker lê amade be. Festîval wê saet di 17:00 de destpê bike.
(zt)