1.min Konferansa KPCD-JIN dest pê kir

11:41

JINHA

QAMIŞLO- 1.mîn konferansa Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jin li Akademiya Celadet Bedirxan dest pê kir.

Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê 1.mîn Konferansa Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jin (KPCD-JIN), bi tevlîbûna 290 delege li Akademiya Celadet Bedîrxan dest pêkir. Konferansa bi dirûşmeya "Azadî û bedewî bi têkoşîna jinê tê afrandin" dest pê kir. Salona konferansê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, mamosteyên cangorî Viyan Amara û Zozan Mihemed hatin xemlandin. Konferans piştî deqeyek rêzgirtinê, 5 endamên dîwanê hatin hilbijartin. Ji 290 delegeyên konferansê 214 jê kurd, 60 ereb, 16 jî suryan in.

Ji komîteya amadekar Semîra Mihemed Elezîz ji bo amadekariyên konferanse û armancên konferansê wiha got: “Konferansa me ya KPCD-Jin ji pêkhateyên kurd, ereb, suryan pêk tê. Armanca me ewe ku mamosteyên jin birêxistinkirî bin û rastiya civaka xwe baş nas bikin. Em kar û xebatên xwe li ser fikrên Rêber Apo mezin dikin.”

(gb/en/rc)