Saziya Malbatên Şehîdan greva birçîbûnê dan dest pêkirin

12:31

JINHA

QAMIŞLO- Bi pêşengtiya Kongreya Star û YCR'ê ji bo dawîkirina tecrîda Îmraliyê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçbûnê ya dorveger hat destpêkirin. Endamên jin ya Saziya Malbatên Şehîdan îro grev da destpêkirin.

Li tevahiya Kurdistanê û Ewrûpa gelê kurd û dostên wan, nerazîbûna xwe li dijî tecîrda şidandî ya ku ji 5'ê nîsana 2015'an de li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, nîşan didin. Li rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya Kongreya Star û Yekîtiya Ciwanên Rojava jî ji îro greva birçîbûnê dan destpêkirin. Greva birçîbûnê ya ku Saziya Malbatên Şehîdan da destpêkirin dê heya 13'ê mehê berdewam bike. Konê grevê ku li taxa Hilîliyê ya bajarê Qamişlo hatiye vedan, rastê elaqe û piştgiriya gel tê. Çalekiya îro ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan bi pêşengtiya jinan tê kirin.

Di destpêka grevê de ji bo cangoriyan rêz hate girtin paşê jî Cîgira Seroka Kongreya Star Welîde Botî axivî û çalekvanan pîroz kir. Welîdeyê qala tecrîda li ser Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku, ew ê wek jin bi tu awayî vê êrîşê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nekin. Welîde li hember bêdengiya raya giştî ya cîhanê jî bertek nîşan da û da zanîn ku ew ê çalekiyên xwe heya encamê bigre bidomîn in.

Paşê stran hatin gotin û govend hate gerandin. Coşa dayikên di grevê de hêjayî dîtinê bû. çalekiya îro dê heya seat 20:00 bidome.

(bc/ah/en/rc)