Dîlek Ocalan: Em ê heya dawiyê berdewam bikin
14:05
JINHA
AMED - Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye, diyar kir ku heta agahiya şênber ji Ocalan bigirin û encamê bi dest bixin dê çalakiyê berdewam bikin.
Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Wekilên HDP'ê yên ketine grevê diyar kirin ku heta ew encamê bi dest bixin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Wekîla HDP'ê ya Rihayê û xwarziya Ocalan Dîlek Ocalan û wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu li ser wate û girîngiya çalakiyê axivîn.
Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, diyar kir ku tenê armancek vê çalakiyê heye û ew jî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û agahiyek şênber ji Ocalan bigirin. Dîlek, anî ziman ku bi taybetî piştî darbeya 15'ê Tîrmehê û şûnde fikarên gelê kurd û fikarên wan ên ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan zêde bûye. Dîlek, anî ziman ku ji ber gel li vê çalakiyê xwedi derdikeve moral û hêzek gelek mezin digirin û wiha domand: “Gelê Amedê her şev saet di 21.00'an de ji bo piştgiriyê çalakiya deng li dar dixe. Ev ji bo me gelek watedar e. Ev sîmgeya israra daxwaza çareseriyê ye. Em carek din dibin şahidê gelê xwe yê bi rêxistin û têkoşer.”
‘Heta serkeftinê’
Dîlek destnîşan kir ku rêya aştî û çareseriyê Îmralî ye wiha got: "Em niha yek alî aştî û çareseriyê dixwazin. Aliyê din di şer û înkarê de israr dike. Em dê zorê li wan bikin ku tev li vê pêvajoya çareseriyê bikin. Gelê kurd bi dehan caran jibo çareseriya demokratik bang kir. Lê hemû ji aliyê dijmin ve hatin redkirin. Lê em bi taybet dixwazin bêjin heta ku em encamê bigirin û serkeftinê bi dest bixin em dê çalakiya xwe berdewam bikin."
Divê zextên li ser hikûmetê bên zêdekirin'
Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî anî ziman ku dewlet wan dixapîne û wiha got: "Heta ku heyetek serbixwe neçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin neke em tatmîn nabin. Heta ku em encamê negirin em dest ji çalakiya xwe bernadin. Em moralek mezin ji ziyaretên gel digirin. Çalakiya me heta serkeftinê dê bidome. Divê her kes zextan li ser AKP'ê zêde bike û zorê li AKP'ê bike da ku heyet biçe Îmraliyê û ziyaretê pêk bîne.”
(kom/zt)