Dayika Selma Irmak: Dê serkeftin a me be

14:06

JINHA

AMED - Dayika Wekîla HDP'ê Selma Irmak Emîne Irmak çalakgerên ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin dest bi çalakiyê kirine ziyaret kir û tev pîroz kirin û got: "Ez çalakiya we ya ji bo Rêbertiyê pîroz dikim. Serkeftin dê ya me be."


Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de bi ziyaretan berdewam dike. Çalakî li avahiya DBP'ê ya Amedê didome. Bi sedan kes çalakgeran ziyaret dike. Îro dayika Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak Emîne Irmak çalakger ziyaret kir.


Emine Irmak û xizmên xwe serê sibê ji navçeya Qoserêya Mêrdîn hatin Amedê û çalakger ziyaret kirin. Emine hemû çalakger yek bi yek silav kir û serkeftin ji wan re xwest. Emîne anî ziman ku ji bo rewşa çalakgerên ku ji bo azadiya Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine ziyaret bike û piştgiriyê bide wan hat ziyaretê û got: "Ez ji dil û can piştgiriyê didim çalakgeran. Wan pîroz dikim û serkeftinê dixwazin. Dê serkeftin ya me be."


(kom/zt)