Koordînasyona Kongra Star çalakiya grevê silav kir

14:21

JINHA

QAMIŞLO-Koordînasyona Kongreya Star, di derbarê hemleya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek weşand. Kongreya Star greva 50 siyasetmedaran li Amedê jî silav kir û diyar kir ku, dê jin bersiva van kiryarên faşîzan ên deweleta Tirkiyeyê bidin.

Korodînasyona Kongreya Star bi rêya daxuyaniyeke nivîskî hemleya ku li bakûr û her çar aliyê Kurdistanê û Ewrûpayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatîı destpêkirin silav kir.
Di daxuyaniya Kongra Star de wiha hat gotin:

"Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê kurd e, ew Rêberê tevahiya Mirovahiyê ye. Berî her tiştî Rêber û hevalê hemû jinan e. Sedema jiyana me Rêber Apo ye. Dewleta Tirk û dewletên alîgir, bila bizanibin ku her çiqas tecrîda li ser Rêber Apo giran bikin jî, dê fikir û felsefeya Rêbertiyê yên li ser azadiyê, demokrasiyê û biratiya gelan di mêjî û dilê hemû gelên Rojhilata Navîn de bimîne. Em ê jî li ser prensîpên ku Rêber Apo ji bo biratiya gelan afirandiye tevbigerin. Jin dê bersiva van kiryarên faşîzan ên dewleta Tirkiyê bidin."

Koordînasyonê çalakiyên grevê jî silav kir û wiha domand: "Li ser vê esasê em çalekiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li Amedê ji hêla 50 siyasetmedaran ve bi armanca ji Rêber Apo agahî were girtin û çalekiyên li seranserê Kurdistanê pêk tên silav dikin û em soza bilindkirina têkoşîn û berxwedana azadiyê didin."

Kongreya Star ji bo çalakiya ku li bajarê Qamişlo îro hatiye destpêkirin jî diyar kir ku, ew ê çalakî û helwesta xwe li herderê, bi pêşengiya jin û ciwanan berdewam bikin.


(en/rc)