Jinên di grevê de: Em ê heya azadiya Rêberê xwe di çalakiyan de bin

16:15

JINHA

QAMIŞLO - Endamên Saziya Malbatê Şehidan yên ku îro dest bi çalakiya grevê kirine diyar kirin ku, heya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ew ê di çalakiyan de bin.

Li taxa Hilîliyê ya bajarê Qamişlo çalekiya greva birçîbûnê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îro bi pêşengiya endamên Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin. Jinên ku tevlî çalakiya grevê bûne gotin: "Heya Serokê me azad bibe dê çalakiyên me berdewam bike."

'Em dixwazin agahî ji Serokê xwe bigrin'

Çalakgera greva birçîbûnê Fikriye Reşîd got: "Ji bo azadiya Serokê xwe me îro çalakiya grevê da destpêkirin. Daxwaziya me ji hemû hêzan ew e ku dengên xwe bikin yek ji bo Rêber Apo. Ev salek zêdetir e tu agahî me ji Serokê xwe nagrin. Em dixwzin ku parêzerên Rêber Apo û malbata wî û hin nûrerên siyasî biçin Îmraliyê û agahiyên rast ji mere bînin, da ku em jî rewşa Serokê xwe bizanibin. Em çil milyon kurd li ba Serokê xwe nin."

'Rêberê me daxwaza aştiyê dike'

Çalekgera grevê Rifa Ehmed jî tecrîd wek rojên tarî bi nav kir û wiha axivî: "Ev rojên tarî ne ji bo gelê me. Çavên hemû cîhanê li ser Rêberê me ye. Rêberê me daxawza aştiyê dike. Ne tenê ji bo kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê aştî dixwaze. Em vê tecrîda reş lenet dikin. Hêzên alîkariya vê dikin jî em mehkûm dikin. Heya em agahî ji Rêberê xwe negirin, em ê wek dayik û Saziya Malbatên Şehîdan dawî li çalakiyê xwe nayînin."

'Tu kes nikare Serokê me ji me qut bike'

Hedye Hesen jî got: "Destên dirêjî Rêberê me bibe em ê wî destî jê bikin û tecrîda li Îmraliyê bi tundî em şermezar dikin. Serokê me Serokê aştî û insaniyetê ye. Em wek malbatên şehîdan heta dilopek xwînê di canê me de hebe, tu kes nikara Serokê me ji me qut bike. Em daxwaz dikin serokê me nîşanî me bidin."

'Ji ber em agahî nagrin di çalakiyê de ne'

Sebah Yusif bi lêv kir ku salek zêdetire tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nagrin û wiha domand: "Ji ber vê yekê îro me di çalakiyê dene. Dewleta Tirkiyeyê nahêle em Serokê xwe bibînin. Heta kurd hebin û li ser piyan bin, tu kes nikarin Serokê me ji me dûr bixe."

'Kes nikare vîna me bişkîne'

Nadiye Remzan jî tecrîd şermezar kir û da xuyakirin ku ew ê bi can û bi zarokên xwe li ser şopa felsefeya Abdullah Ocalan bimeşin û wiha berdewam kir: "Ez dewleta Tirkiyê lenet dikim û dibêjim kes nikare vîna Rêberê me û ya me bişkêne."

'Azadiya Rêber Apo azadiya me tevahiye'

Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan ya Kantona Cizîrê Hêvî Esed jî wiha got: "Em wek malbatên şehîdan îro di çalekiya greva birçîbûnê de ne. Em îro li jêr vî konê hatine ku pişgtiriya Rêber xwe bikin. Em dixwazin dengê xwe bigihînin tevahiya mirovahiyê ku bêdengiya xwe bişkênin. Azadiya Rêber Apo azadiya me tevan e."

(bc-ah/en/rc)