Dayik: Bedel çi dibe bila bibe em di aştiyê de bi israrin

16:24

JINHA

STENBOL - Dayikên li ber Qesra Dolmabahçeyê her hefteyê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyê pêk tînin, vê hefteyê jî ji ber astengiya polîsan jî çalakiya xwe berdewam kirin.


Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê her hefte roja çarşemê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Dayikan di hefteya 45'emîn de xwestin hevdîtina bi Ocalan re pêk bê û muzakere bê destpê kirin. Dayikan di çalakiyê de pankartên "Dayik destûrê nedin şer", "Maseya li Dolmabahçeyê hat wergerandin bila dîsa bê avakirin" û diwîzên "Jin şer naxwazin" vekirin û xwestin hevdîtin bi Ocalan re bê lidarxisitn.


Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku ew ji jiyana Ocalan bi fikar in, heta daxwazên wan pêk neyê dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Hêj çalakiya dayikan berdewam dikir, polîsên li herêmê bi gotinên wekî "Nîv saetî rûnên û belav bin, an em ê mudaxale bikin" gef li dayikan xwarin. Li hemberî zextên polîsan dayikan got "Em ê heta dawî li dijî zextan çalakiyên xwe berdewam bikin" û biryardariya xwe dan nîşan.


(kom/zt)