Êlihiyan greva birçîbûnê silav kir

17:02

JINHA

ÊLIH – DBP’ê ya Êlihê bi daxuyaniyekî piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ku li Amedê ji aliyê 50’î kesan ve hat destpêkirin û çalakiyê silav kirin.

Rêxistina DBP’ê ya Êlihê bi boneya çalakiya greva birçîbûna ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amedê hate destpêkirin, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîlî û gelek welatiyan li ber avahiya DBP’ê pêk hat. Di daxuyaniyê pankarta li ser “Em li Rêber, azadî û axa xwe xwedî derdikevin û çalakiya Amedê slav dikin” nivîsî hat vekirin. Hevserokê DBP’ê ya Êlihê Abdulbarî Karaagaç daxunî da û diyar kir ku gelê kurd dixwaze ji Abdullah Ocalan agahiyek bistine.

Abdulbarî anî ziman ku her çiqas hikumet li hemberî vê daxwazê bêdeng dimîne ewqas gelê kurd di nav fikarandene û got ku divê dimîldest ji Abdullah Ocalan agahî bê girtin. Abdulbarî çalakiya grevê ji silav kir û got ew ê heya dawiyê dê piştgiriyê bidin çalakiya dîrokî.

Daxuyanî bi çapikan bi dawî bû.

(ho/rc)