ROJEVA 08'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinan bertek nîşanê şîdeta dewletê ya li taxa Gaziyê da û gotin hewl tê dayîn ku komkujiyên nû bidin jiyîn û wiha got: "Gelê Kurd tine nekirin. Wê vir jî wisa be. Hêrsa gel li dijî êrîşên wan zêde ye. wê berxwedan mezin bibe."

*Gundê Henyat a Licê di salên 90'î de hat şewitandin û îro jî bi qedexeyan tê bombebarankirin. Bedîa Tekîn a ji gund Henyat diyar kir k udi 23'ê hezîrana 2016'an de hêzên dewletê gundê wan bombebaran kiriye û van pêkanînan salên 90'î bibîr xistiye û got: "Balafiran li cihên ku sîvîl dijîn xistin. Li gundê Mehlê leşkeran sê kes kuştin. Gelê gundê hatin binçavkirin. Wê rojê dewletê dîsa xwest me koçber bike.

*Li Rovaja şoreşa jinê ya pêk hatiye li her qadê rêxistibûna xe xurt dike. Jinên tevlî dewreyên perwerdehiyê ya li 5 bajarên Kantona Cizîrê ku bi pêşengiya Kongra Star pêk hat bûn gotin: "Me berê jinên Vîetnamê ji xwe re mînak digir. Di alî tevlîbûna şoreşê de. Niha jinên Kurd xwe li her qadê ispat kiriye û li cîhanê mînak û modele."

*Jinên Êzîdi yên li çiyayê Şengalê bi domandina rê û risman parastina nirxên xwe dikin û danê mehîrê amde dikin gotin: "Di çanda me de bi dan gelek xwarin tê çêkirin û em wek miletê Êzîdî dan pir hez dikin."

*Jinên gundê Aşmê bi hêviya ku rojek têlên hesin bên rakirin dijî û diyar kirin ku, ew hem azadiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin hem jî rakirina sînoran.

*Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî bê sitendin hat destpêkirin rastî eleqeyek mezin tê. Pîra 80 salî Bedriye Çîftçî her roj tê vê çalakiyê ziyaret dike. Bedriyeyê destnîşan kir ku eger ev çalakî nebe bersiv û agahî ji Abdullah Ocalan neyê sitendin dê ew jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike û got ku ew ê li pey serokê xwe bimeşin.

*Li Dayika Aştiyê Elîf Tuluktîmûr bi hinceta “Heqaretê li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kiriye” doz het vekirin. Dayika Elîf diyar kir ku, li vê welatê nerazibûna li hemberî qetliam sûç û heqaret tê ditin.

*Li navenda Konservartoara Aram Tîgranê xwendekarên jin bi lêdana enstûrmanên mûzikê ên rojhilatê Kurdîstanê hêstên kurdewarî didin hîs kirin û bi vî awayî xwendekarên Aram Tîgranê her enstûrmanan hîn dibin.