Li Gaziyê wê li dijî hewldanên komkujiyê berxwedan mezin bibe

09:01

Oyku Dîlara Keskîn-Gulfîdan Ataman /JINHA

STENBOL - Jinan bertek nîşanê şîdeta dewletê ya li taxa Gaziyê da û gotin hewl tê dayîn ku komkujiyên nû bidin jiyîn û wiha got: "Gelê Kurd tine nekirin. Wê vir jî wisa be. Hêrsa gel li dijî êrîşên wan zêde ye. wê berxwedan mezin bibe."

Êrîşên dewletê li dijî taxa Gazî ya Stenbolê didome. Piranî Elewî, Kurd û kedkar li vê taxê dijîn û POH li taxê bi gotinên nîjadperest û sirûdên nîjadperest zextê li gel dike. Jinên li Gazî dijîn diyar kirin ku ew taxa xwe terk nakin.

'Her deqe terora dewletê heye'

Selda Guneş ku di koordînasyoan Stenbolê ya Komeleyên Elewî ya Demokratîk de cih digire û li taxa Gazî dijî got ev demek dirêje li dijî Elewiyan êrîş hene û got bi êrîşan dixwazin aliyê muxalîf şoreşger biçewisîne. Seldayê got: "Zîhniyeta yekparêz ferz dikin. ev ne polîtîkayên dema nêzin. Ez zîhniyet ji dema avakirina komarê heta niha berdewam kiriye. Li vir her deqe êrîşa dewletê heye."

'Ji Sûrê ne cudatire'

Seldayê destnîşan kir ku polîtîkayên li taxa Gazî ji Sûr, Farqîn û Nisêbînê ne cuda ye û got: "Mafê parastinê ya Kurdan heye. Li dijî bûyerên li vir her kes dikare xwe biparêze. Li dijî terora dwletê roja şemiyê saet di 18.00'an de emê li ber Mala Cemê û bi tevlîbûna hevseroka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê bernameyekê pêk bînin."

'Bi armanca çewisandina gel êrîş dikin'

Selda Karataş ya li taxa Gazî dijî got tiştên li Kurdistanê dikin dixwazin li vir jî bikin û got: "terora dewletê ya li Gaziyê êrîşa li dijî gele. li vir meclîsên me yên gel û komeleya têkoşîna li dijî tiryakê hilweşandin. Van ji bo çewisandina gel dikin. gelê Kurd yê berxwedêr heye. Polîs êrîşê gel dike. Dixwazin gel biçewisînin. Piştî darbeyê şoreşgeran berê xwe dan taxê. Armanc eve ku taxê belav bikin."

Polîsan çek derxistin û gotinên nîjadperest gotin'

Ji Mala Cemê ya Gazî ya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal Fatma Bulutê diyar kir ku dixwazin gelê Elewî tine bikin û got: "Dema me qurs pêk dianîn polîs her tim li dora mala cemê digeriyan. Dema qelebalix hebûya taciz dikirin. Sirûdên mehterê lê didan. Çek nîşanê gel didin û gotinên nîjadperest digotin. Bi ser komeleya têkoşîna li dijî tiryakê de girtin û piştre malbat hatin binçavikrin û îşkence lê hatin kirin. Dixwzin li vir komkujiyan pêk bînin û gel biçewisînin."

Ji Mala Cemê Aysel Seçîlkaplanê jî bertek nîşanê hilweşandina meclîsên gel dan û got polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dikin.

(hu)