Şahida salên 90'î: Dewlet dixwaze ji nûve koçber bike
09:02
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Gundê Henyat a Licê di salên 90'î de hat şewitandin û îro jî bi qedexeyan tê bombebarankirin. Bedîa Tekîn a ji gund Henyat diyar kir k udi 23'ê hezîrana 2016'an de hêzên dewletê gundê wan bombebaran kiriye û van pêkanînan salên 90'î bibîr xistiye û got: "Balafiran li cihên ku sîvîl dijîn xistin. Li gundê Mehlê leşkeran sê kes kuştin. Gelê gundê hatin binçavkirin. Wê rojê dewletê dîsa xwest me koçber bike.
Gundê Henyat a Licê ku di sala 90'î de hat şewitandin îro jî hêzên dewletê qedexe lê îlan kir. Jina bi navê Bedîa Tekîn diyar kir ku tiştên di salên 90'î de hatine jiyîn îro jî hewl tê dayîn bê kirin û got: "Roja 23'ê Hezîranê me salên 90'î dîsa jiya. Balafiran li cihên sivîl lêbûn xist. Leşkeran li pişt mala me kon vedan û nehiştin em ji malên xwe derkevin. Xwestin me ji gundê me koçber bikin.
Di salê 90'î de dema gundê Henyat şewitandin jinek û zarokekî jiyana xwe ji dest da. Bi sedan kes neçar man koç bikin. Di sala 2009'an de veger pêk hatin. Gundiyên vegeriyan gund kon vedan û hêdî hêdî malên xwe ava kirin. Bedîayê got di wan rojan de temenê wê biçûk bû lê êşa wê wan rojan jibîr nekiriye.
'Em bi saetan rê meşiyan'
Bedîayê diyar ku dema gund şewitandine jinekê nexwestiya mala xwe terk bike û bi zindî hatiye şewitandin û got: "Jineke din ya xwest bûk û neviyê xwe xilas bike rûyê wê hat şewitandin. Wê rojê di carekê de cenderme hatin gund. Jin cuda mêr cuda hatin komkirin. Li mêran îşkence kirin. Jin û zarokan jî hovîtî temaşe dikir. Sewalên me di axur de şewitandin. Hemû xanî şewitandin. Em bi saetan rê meşiyan. Kesî tiştek negirt."
Bedîayê diyar kir ku niha di 23'ê Hezîranê de jî heman tişt jiyane û got dewlet hewl dide ku salên 90'î dîsa bide jiyîn. Bedîayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê li dijî polîtîkayên koçberkirinê berxwe bidin û got ew êdî ne wek berê ne û wê xaka xwe terk nekin.
(hu)