Li rojava guherîna zihniyetê bi pêşengiya jinan pêş dikeve

09:04

Gulan Botan/JINHA

QAMİŞLO - Li Rovaja şoreşa jinê ya pêk hatiye li her qadê rêxistibûna xe xurt dike. Jinên tevlî dewreyên perwerdehiyê ya li 5 bajarên Kantona Cizîrê ku bi pêşengiya Kongra Star pêk hat bûn gotin: "Me berê jinên Vîetnamê ji xwe re mînak digir. Di alî tevlîbûna şoreşê de. Niha jinên Kurd xwe li her qadê ispat kiriye û li cîhanê mînak û modele."

Li Hesekê, Qamişlo, Tirbesipiyê, Girkê-Lelê ji aliyê Kongra Star ve bi tevlîbûna komên ji 15 kesî pêk tê dewreyê perwerdehiyê hatin dayîn. Asayîş, MSD, TEVDEM, Şaredarî, malên jinan, Weqf, Dîplomasiya YPJ'ê, Dîplomasiya Kongra Starê, Hêza parastina Jinê û endamên Kongra Starê tevlî bûn. Perwerdeya di meha Nîsanê de destpê kir bi dawî bû. kesên tevlî perwerdê bûne tê hedef kirin ku li komunan perwerdê bidin. Jinên tevlî perwerdê bûne gotin : "Em amadene ku hem xwe û hem jî civaka xwe bi zîhniyeteke nû perwerde bikin."

'Me biryara rêxistibûnê girt'

Ji Komîteya Perwerdehiya Rojava a Kongra Starê Leyla Qehremanê got perwerdê di alî jinan de girîngiyek mezin qezenc kiriye û got: "Me wek Kongra starê di meha biharê de biryara perwerdê girt û di 1'ê Nîsanê de li 5 bajarên cuda dewre da destpêkirin. Kesên xwestin tevlî perwerdê bûn. Armanca me aliyê perwerdehiyê ya şoreşa jinê temam bikin. Me rêgeza guhertin û veguhestinê esas girt. Me komîteya perwerdehiyê biryara rêxistibûnê girt."

'Hêvî û daxwaza perwerdehiyê ya jinan zêde bû'

Leylayê got: "Perwredekirina civakê wek hewcedariyekî derket pêş berîm e. Hêvî û daxwaza jinan a ji bo perwerdê zêde bû. Me jinan hedef kir ku xwe perwerde bikin û piştre derdora xwe. Me her roj pirsa 'divê em çawa bijîn' pirsîn.Ji bo civakeke ku heta qirika xwe ketiye nava pirsgirêkan, ji bo rizgariya wê alternatîfek xurt şerte. Ger kesayetek xurt dernekeve holê, mirov nekarin behsa civakek ahlaqî û siyasî bikin. Mirov nekarin malbata demokratîk nîqaş bikin. Me di perwerdehiyên xwe de pirtûkên rêbertiya xwe xwendin. Ji ber ku me jinan herî zêde xwe diwan pirtûkan de dît."

'Emê li her derê komîteyên xwe rêxistin bikin'

Leylayê diyar kir ku jinên perwerde dîtine wê li cihên ku diçin li saziyên xwe perwerdehiyê heftane bidin û got wê dewreyên perwerdê bidomin. Leylayê got bi jinên perwerdehiyê dibînin re sînorê temen tine û got: "Em wek komîteyên perwerdê rêxistinê hedef dikin. êrîşên herî mezin li dijî jinan pêk tên. ji ber vê divê jin xwe di her alî de rêxistin bikin."

'Emê bixwe re civakê perwerde bikin'

Leylayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku li ku dibin bila bibin bila xwe bigihînin komîteya perwerdehiya Kongra Starê û got ewê bi xwe re civakê jî perwerde bikin."

'Ya tê meşandin şerê zîhniyetê ye'

Hesîna Ehmet ku Asayîşa Jinan a Qamişlo tevlî perwerdê bû anî ziman ku bi perwerdehiyê re ratiya civakê ji nûve nas kirine û got: "Her kes dikare çekê bigire û biçe şer lê yên bi hişmend çekê digirin kêmin. Cudahiya xwe wek asayî û wek Rojava li vir datînin holê. Em bi hişmendin. Ji xwe şerê tê meşandin ne tenê şerê çekdariye. Şerê zîhniyetê ye jî."

'Divê ti jin li malê nemîne'

Ji rêveberiya şaredariyê Muazez Xelef jî bi lêv kir ku perwerdeya wan gelek baş derbas bûye û gelek tişt fêr kirin û got: "Ev çend sale em şoreşê dimeşînin. Ligel vê perwerdeyan destpê kir û ev jî bû şoreşa duyem. Jin bi dildarî tevlî van perwerdehiyan bûn. Guherînên zihnî çêbûn. Ji malê derketin û hatin saziyan. Divê ti jin malê nemînin û tevlî perwerdehiyê bibin."

Ji reveberiya Mala Jinan a Kongra Starê Rabîa Zilfo jî wiha got perwerde di alî guherîna şexsî de rolek mezin lîstiye û got fikra azadiyê ji destpêkê de bi jinê re cihê xwe girtiye û got: "Divê jin di her alî de di alî siyasî, leşkerî û dîplomasiyê de din ava têkoşînê de cih bigire. rêbertiya me jî girîngiyek mezin dide perwerdê. Perwerde jî bi qasî nas û avê girînge."

Ji Rêveberiya komuna Şehîd Adîl Semîra Mihemed jî got: "Divê em her tim di nava guherînê de bin. Berê jî hêza jinê hebû. Lê evqas xwedî lê dernediketin. Emê bi hişmendiya xwe xwedî li şoreşa xwe derkevin."

Endama Komîteya Perwerdeya Kongra Starê Leyla Îbrahîm: Em êdî dikatin xwe jî û civaka xwe jî perwerde bikin. Em dixwazin pêşî xwe pêş bixînin ku civakê pêş bixînin. Divê em têkiliya civak û jinê ji nûve saz bikin. Divê jin tirsa dilê xwe bikuje."

Ji rêveberiya Mala Jinê a Qamişlo Nîzam Canurî: "Dema me perwerde dît me kêmasiya zanîn û perwerdehiyê fêm kir. Bi perwerdehiyê de di uslub û nêrînê de gelek tişt guherîn. Emê bi vê hişmendî û baweriyê perwerdehiyên xurt pêş bixin."

(hu)