Ji Dayika Aştiyê re doza 'Heqeratê' hat vekirin

09:28

Hulya Okalîn/JINHA

ÊLIH – Li Dayika Aştiyê Elîf Tuluktîmûr bi hinceta “Heqaretê li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kiriye” doz het vekirin. Dayika Elîf diyar kir ku, li vê welatê nerazibûna li hemberî qetliam sûç û heqaret tê ditin.

Hikumeta AKP’ê bi polîtîkayên bêzarkirinê her roj doz û ceza li endam û xebatkarên di komeleyên kurd dixebitin vedike. Di rojên dawî de li gelek welatiyan doza “Heqaretê li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kirine” hatiyê vekirin. Li Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Elîf Tuluktîmûr jî bi heman hincetê doz lê hate vekirin. Dayika Aştiyê Elîf ji ber tevlî daxuyaniya şermezarkirina komkujiya Enqereyê bibû û dirûşmeyên ku di daxuniyê de hatin berzkirin wek “Heqaret li Erdogan kiribin” hat ditîn û doz lê hate vekirin.

‘Eger Serokomar ewlehiya welêt pêk neyne helbet dê heqaret lê bê kirin’

Elîfê ya 42 salî bertek nîşanê doza ku lê hate vekirin da û diyar kir ku, li vê welatê nerazibûna li hemberî qetliam û komkujiyan jî sûç tê ditin. Elîfê anî ziman ku dirûşmeyên di daxuyaniyê de hatin berzkirin ne heqaret bûn tenê lanetkirina kujeran bû. Lê Serokomar wê dirûşmeyê girti ser xwe û wek heqaret dît û wiha domand: “Eger Erdogan bêje ‘Ez Serokomerê welatekî me” divê hemû berpirsiyariyê bide ser milên xwe. Berpirsiyara welêt ew e. Divê bi her awayî ewlehiya me bigire. Eger ku em di welatên xwe de bi bombe û êrîşan bê kuştin sedema vê yekê bêewlehiyê ye. Serokomerekî ewlehiya welatiyên xwe negire helbet dê heqaret lê bê kirin.”

‘Şûna doz li me vedike, bila kujeran bidarîzîne’

Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de got ku, bi kuştin û dozan heqareta herî mezin Serokomar li wan dike û wiha pê de çû: “Wê rojê bi hezaran welatî bi dil şawatî li ber avahiya DBP’ê li hev civiyan û xwestin komkujiyê şermezar bikin. Em jî wek Dayikên Aştiyê gel waletiyan bûn. Hêzên dewletê ji nişka ve êrîş bir ser girseyê û bi bombeyên gazê mudaxale kir. Dewlet bi her awayî êrîş dibe ser gel û dikuje, lê vê wek heqaret nabine. Tenê daxuyaniyan heqaret dibine. Heqareta herî mezin ev e.” Elîfê bi lev kir ku, Serokomar Recep Tayip Erdogan li şuna dozên “Heqaretê” de bila komkujiya Enqereyê lêkolin bike û bila kujer bên darizandin.

‘Peywîra Erdogan em bi cih tînin’

Elîfê destnîşan kir ku dewlet li ser wan polîtîkayek dide meşandin lê ew tu carî li hemberî polîtîkayên wan serî natewîtinin û dê heya dawiyê ligel hemû doz û cezayan şopdarên komkujiyan bin. Elîfê got ku, eger Serokomar Erdogan xwedî li jin, zarok, kal û xwezayê dernekeve dê ew li kolanan bin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Her wiha anî ziman ku, ji ber peywîra xwe pêk nayîne bertekê gel weke “heqaret” dibîne û dozê li welatiyan vedike.

Elîfê da zanin ku dê di 18’ê Mijdarê de ji ber doza “Heqaretê” derkeve pêşberî dadgehê û xwe biparêze.

(rc)