‘Agahî ji Serok neyê girtin ez ê ji bikevim grevê’
09:36
JINHA
AMED– Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî bê sitendin hat destpêkirin rastî eleqeyek mezin tê. Pîra 80 salî Bedriye Çîftçî her roj tê vê çalakiyê ziyaret dike. Bedriyeyê destnîşan kir ku eger ev çalakî nebe bersiv û agahî ji Abdullah Ocalan neyê sitendin dê ew jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike û got ku ew ê li pey serokê xwe bimeşin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê bi boneya agahiya zelal ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin û bigîhîje azadiya xwe di 5’ê îlonê de hat destpêkirin, rastî eleqeya ji hefta salî heta kal û pîrên extiyar tê. Pîr û kal di saetên serê sibê de ji malên xwe derdikevin û tên heta êvarê piştgiriya çalakvanan dikin û dilsoziya li hember Abdullah Ocalan tînin ziman.
Dapîra 80 salî Bedriye Çîftçî ya ku bi malbatî dildarê têkoşîna gelê kurd in her roj carek tê serdana çalakvanan û bi saetan tevlî sohbetê cihê çalakiyê dibe. Bedriyeyê ligel ku temenê xwe derbasbûyî û nexweşiyên xwe jî berî xwe dide avahiya DBP’a Amedê û tê rewşa çalakvanan hîn dibe.
‘Em ji pey Serokê xwe venagerin’
Bedriyeyê destnîşan kir ku, ligel ew nexweşe jî her roj tê serdana çalakvanan û wiha got: “Ez ji bo azadiya Serokê xwe têm hevalên çalakvan ziyaret dikim. Heya Serokê me negîhîje azadiya xwe û ji zîndanê dernekeve em ê rûnenên û her tim li ser piya bin. Em ê ji pey serokê xwe venegerin. Tenê armanca min hatina vir ji bo Serok e. Em jê agahî nastînin û nizanin li ku ye. Çima nahêlin pê re hevdîtin pêk were.”
‘Ez ê jî dest bi çalakiyê bikim’
Bedriyeyê anî ziman ku, ew di oxira Serokê xwe de çi bedel pêwîste bidin û wiha domand: “Eger ku agahî jê neyê sitendin û ev tecrîta girankirî bidome ez ê jî wek pîrek 80’ê salî bikevim greva birçîbûnê. Em nikarin deqîqeyek bisekinin. Ez ji bo vê çalakiyê jî amade me.” Bedriyeyê diyar kir ku, kilîta aşitiyê Abdullah Ocalan e û pêde çû: “Eger ku Ocalan bê azadkirin dê aramî jî bê û aşitî pêk were. Em zilma Erdogan naxwazin em Serokê xwe dixwazin.”
‘Hemû çalakvan zarokên min in’
Bedriyeyê bi lêv kir ku, hemû çalakvan wek zarokên wê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez wan hemû wek zarokên xwe dibînim. Bêguman ez ê ji niha şûn ve jî her roj carek bêm serdanê. Dema pêwîst bibe ez jî tevlî bibim.
Banga min li hemû gelê kurd û yê Amedê hemû tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibin.”
(kom/rc)