1.mîn Konferansa KPCD-JIN bi biryara bildinkirina têkoşînê bi dawî bû
10:14
JINHA
QAMIŞLO- 1.mîn konferansa Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jin li Akademiya Celadet Bedirxan biryarên girîng wergirt. Konferans bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê 1.mîn Konferansa Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jin (KPCD-JIN), bi tevlîbûna 290 delege li Akademiya Celadet Bedîrxan dest pêk kir û bi biryarên girîng bi dawî bu. Di konferansê de wek mevan Hevseroka Desteya Çand û Huner Bêrîvan Xalid, Cîgira Seroka Desteya Jinê Jinda Elî, endamên Meclîsa PYD'ê Leyla Ayata û Heyfa Refîk, endama komîteya Perwerdeyê Dîcle Qamişlo, endamên Jinoelojî Zînê Agirî û Rûmet Koser, ji akademiya Mezopotamya Rojda Firat û ji saziya rewşanbîran jî gelek mevanên amade bûn. Di konferansa ku bi dirûşmeya "Azadî û bedewî bi têkoşîna jinê tê afrandin" de peyamên Şeredariya Gel a Qamişlo, Desteya Çand û Huner, Desteya Jin, HPC, Kongra Star, Jîneolojî, Çand û Huner a Tirbesipiyê, Weqfa Jina Azad a Rojava, TJC, baskê PYD'ê ya jinan, mamosteyên jin ên êzidî hate xwendin. Di tevahî peyamande pêk hatina konferansê hat pîroz kirin.
Di berdewamiya konferansê de rapora xebatê ya du salan a KPCD-Jin hate xwendin û li ser hat nîqaşkirin. Piştre Gulistan Mihemed rêziknameya KPCD-Jin xwend. Di rûniştina dawî ya konferansê de biryarname derket.
Biryarên girîng ên di 1'emîn konferans KPCD-Jin de hatin wergirtin jî wiha ne:
*Konferansa KPCD-Jin dê salê carekê were lidarxistin.
*Heya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocala mamosteyên jin dê pêşengiya tevahî çalakî bikin.
*Tevahiya mamoste dê perwerdeyên Akademiyê bibînin.
*Ji bo xwedî li zarokan derkevin dê akademiyek ji bo zarokan were avakirin
Di dawiyê konferansê de Meclîsek ku ji 19'e kesan pêk tê hat hilbijartin. Her wiha sê kes jî ji bo koordînasyona giştî hat hilbijartin. Jinan konferansa xwe bi xwendina daxuyaniyê bi dawî kir.
Daxuyaniya 1'emîn konferansa KPCD-Jin jî wiha ye:
"Wek tê zanîn, girtina fîzîkî ya Rêbertiya me dikeve sala xwe ya 18’emîn. Di van salên girtinê de dewleta dagirker û xwînmêj a Tirk di kesayeta Rêbertiya me de, li hemberî gelê me yê dilsoz û têkoşîna me ya azadiyê bêmafiyên ku di tu zagonan de nayên pejirandin, pêk anîn. Ji ber vê yekê mirov bi awayekî pir vekirî dikare bêje: Dewleta mêtînger a Tirk û hikûmeta AKP'ê li hemberî Rêbertiya me, hemû nirx û standartên mirovahiyê, li Girtîgeha Îmraliyê binpê kirine. Li ser tecrîta sîstematîk a girankirî re, bi behaneyen vala, ji sala 2011’an ve nahêlin Rêbertiya me bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne ku mafek xwezayî yê hemû girtiyan e. Dîsan bi her awayî agahî û danustandin ji Rêbertiya me hatine qutkirin. Ev jî bûye sedem ku gel û pêkhateyên Kurdistanê ji Rêbertiya xwe bê agahdirî bin. Bi taybet piştî hewldanên darbeya nîvçomayî ya 15 Tîrmehê ku ji aliyê hêzên leşkerî ve hate lidarxistin û ji wê demê ve agahî nesitadina ji Rêbertiya me gumanên pir mezin bi me re çêkirine. Ji ber ku serfermadariya girtîgeha Îmraliyê jî di nava hewldanên darbeyê de bû.
Ji ber vê yekê, em weke KPCD-Jin bang li hemû raya giştî ya ku li hemberî rewşa tecrîta girankirî ya li ser Rêbertiya me tê meşandin, ker, lal û kor mayî dikin; êdî bes e, bi sebra gelê Kurdistanê , bi sebra xwendekarên Rêber Apo nelîzin û li nirxên xwe yên mirovahiyê xwedî derkevin- ji tecrît û êşkenceya sîstematîk a li ser Rêber Apo tê meşandin re bêdeng nemînin.
Ji ber ku Rêber Apo, ne tenê nirxeke ji bo gelên Kurdistanê, ji bo hemû mirovahiyê û bi taybet ji bo şaristaniya demokratîk çira û ronahiyeke ya zanistê ye. Divê hemû mirovahî û raya giştî li vê ronahiya zanistê-li Rêber Apo xwedî derkeve û van hewldanên dewleta dagirker û hikûmeta AKP'ê şermezar bike.
Em weke KPCD-Jin ku xwe weke xwendekar û şagirtên Rêber Apo dibînin, van nêzîkatiyên dewleta bêbext a tirk şermezar dikin û bi hemû awayî girêdan û dilsoziya xwe bi Rêber Apo re didin xuyakirin û soz didin ku heya em hebin wê Rêber Apo di nava dil, mejî û hişmendiya me ya perwerdehiyê de taca me ya rûmetê be."
Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Serok Apo" konferansa xwe bi dawî kirin.
(gb/en/rc)