Girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi gireva birçîbûnê dikin
10:42
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçibûnê ya bi armanca ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî bên girtin, her ku diçe belav dibe. Piştî çalakiyên grevê yên li Ewropa, Amed, Rojava niha jî li 7 zindanên Tirkiye û Kurdistanê 35 girtiyên siyasî di 15'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê dikin.
Çalakiyên bi armanca agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin û azadiya Ocalan dixwazin her ku diçe bilav dibin. Piştî ku li welatên Ewropa, Kurdistanê çalakiyên Nobeta Azadiyê û greva birçêbûnê hat destpêkirin, duh li Rojava çalakiyê dest pê kir. Li Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji aliyê KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve hatiye destpêkirin û siyasetmedar, hunermend, rojnameger, nivîskar, kedkar cih digirin di roja 4’emîn de didome. Di çalakiyê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel, Endama Heyeta Îmraliyê û endama KJA'yê Ceylan Bagriyanik, wekilên HDP'ê, endamên KJA, hevşaredar, nivîskar, hunermend, rojnameger, jî di navde 50 kes li Amedê di roja 4'an de çalakiyê berdewam dikin. Lê heta niha tu gav ji aliyê hikûmet û dewletê ve nehatiye avêtin. Ji ber bêdengiya hikûmet û dewletê bertek, nerazîbûn, tevlêbûna çalakiyê jî roj bi roj mezin dibe.
Girtiyên zindanan jî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û agahî ji Ocalan bê girtin dest bi çalakiya grevê ya bêdem û bêdorveger dikin. 35 girtiyên siyasî li 7 girtîgehan di 15'ê Îlonê roja Pêncşemê dest bi çalakiyê dikin. 35 girtî bi armanca "Em li dora Ocalan çepera ewlehiyê ku kes nikaribe derbas bike ava bikin" dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger dikin.
Li ser navê hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê Deniz Kaya daxuyaniyek nivîski da û wiha got: "Di 15'ê Tîrmeha 2016'an dee koma îslama siyasî û faşist û li ser îxtîdarê şer dikin darbe pêk anî. Piştî koma darbekar bi ser neket, AKP-Qesr li dijî vê darbeyê ket nava helwestek faşîst û diktator û niha li ser her kesî zordestiyê dike. AKP-Qesr bi KHK'ê ya OHAL'a ku li hemû Tirkiye û Kurdistanê îlan kir dixwaze hemû kesên muxalif bêdeng bike û li ser wan destpotiyê bike. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha em tu agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Ev yek fikara me zêde dike. Ewlehî û tenduristiya Rêberê me ne diyar e. Rêberê me ku nirxê hemû qîmetê me yenpiroz û hebûna me ye. Ji bo me sedema hebûn û tunebûna me ye. Em wekî girtiyên PKK û PAJK'ê helwesta xwe bi awayekî zelal tînin ziman. Em heta mirinê girêdayî Rêberê xwe ne. Em bi heman armanc û heman daxwazê li 7 girtîgehan 35 girtiyên PKK û PAJK'î di 15'ê Îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin.
Em ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, Girtîgeha Jinan a Gebze, Girtîgeha Tîpa F-1 a Kandira, Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê, girtîgehên Sîlîvrî û Tarsusê 35 girtîyên PKK û PAJK'î di 15'ê Îlonê de wekî koma 1'emîn dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. Em dê li her girtîgehekê 5 girtî bi giştî 35 girtî çalakiyê didin destpêkirin."
Zarokên girti dê beşdarî çalakiyê nebin.
Deniz, da zanîn ku di demên pêş de ger gavên çareseriyê neyên avêtin dê komên nû beşdarî çalakiyê bibin û çeperê çalakiyê fireh bikin û wiha berdewam kir: "Lê dê li tu girtîgehan zarokên girtî tev li çalakiyê nebin. Em bi hevalên xwe yên ciwan û rêxistinbûna wan bawer dikin û çalakiyên wan silav dikin. Em ji hemû hevrêyên xwe bawer dikin ku bi dîsîplîn, bawerî û hestiyariyek mezin nêzîk bibin. Em bawer dikin ku tevgera bi rêxistin û dîsîplîn dê çalakiyê bigîne serkeftinê."
Em hevrê u şopdarên Mazlum, Hayrî, Kemalan in. Çawa me di 1999'an de got 'Hûn nikarin roja me tarî bikin" û em li dora Rêberê xwe bûn gloka agir, em niha jî dê li dora Rêberê xwe bibin glok û çeperê ku kes nikaribe derbas bike. Her hevrêyekekî me yê zindanê fedaiyê Rêberê me ye. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû malbat, welatparêz, rewşenbir, demokrat, saziyên demokratîk, cemaweriya demokratîk û hemû kesên li derve dimînin dikin ku bêtir li çalakiyê xwedî derkevin û bêtir çalakiyê geş û xurt bikin. Bêtir rabin serhildanê."
(zt)