Mamosteyên Jin: Erka mezin li ser milên me ye
10:54
Gulan Botan/JINHA
QAMIŞLO - Delegeyên 1'emîn Konferansa KPCD-Jin encamên konferansê ji ajansa mera nirxandin.
Duh li bajarê Qamişlo Akademiya Celadet Bedirxan 1'emîn konferansa KPCD-Jin hate lidarxistin. Di konferansa ku bi nîqaşên dewlemend û berfireh bi encam bû de, biryardariya pêşxistina qada perwerdeyê derkete pêş. Mamosteyên delege jî nêrînên xwe têkîldarê konferansê anîn ziman.
'Keda jinan bi rêxistinbûnê re tê dîtin'
Mamosteya ereb Rehma Mihemed Îbrahîm di serî de pêk hatina konferansê li her kes pîroz kir û wiha got: "Ev roj ji bo me girînge ji ber ku em wek jin kar û xebatên xwe ên du sala dinirxînin. Du sale me kedek girîng da. Bi saya Rêber Apo em îro dikarin xwedî li keda xwe derên. Îro em keda xwe bi xwe dinirxînin. Şoreşa Rojava mînaka têkoşîn û berxwedana jina ne. Armanca me ya serekê ew e ku em keda jine di hela perwede û zimande derxînin holê ye. Erkê me wek mamosteyên jin jî ew e ku em nifşên nû bi zanistê mezin bikin. Keda jinan bi mezinkirina rêxistinbûnê re tê dîtin." Rehmayê diyar kir ku, tevlîbûna mamosteyên ji pêkhateyên din jî rengek cuda daye konferansê û got ku divê tevahî mamoste xwe li hember pergala demokratbûnê berpirsyar bibîne.
'Di konferansê de min vîna xwe dît'
Mamosteya Çeçen Zehra Îbrahîm jî anî ziman ku ew Çeçene û li Serêkaniyê dijî û wiha axivî: "Ez vê konferansê li hemu jinan û pêkhateyan pîroz dikim. Di konferansê de min vîna xwe dît. Divê jin xwe tevlî tevahî qadên jiyanê bikin."
Endama Koordînasyona KPCD-Jin Nujîn Bilind jî bi lêv kir ku, ew wek mamoste bi hêviyek mezin gihêştine biryardariyek xurt û wiha axivî: "Armanca rêxistinbûna me jin xwe bighîne cewhera civakê û rewşê di kokê de çareser bikeye. Ji bo guhertina civakê erkek mezin dikeve ser milê jinan. Konferans bû bingeha girtina biryarên xurt bû. Yek ji van biryara a li ser Serokatî bu. Heyawm azadiya Serok Apo bi dest bixin mamosteyên jin hemû çalakiyan re pêşengtî bikin. Em ê ji bo civaka xwe bibin bîr bawerî û xwedî li Serokatiyê xwe derkevin. Biryarên me ya duyem jî perwerdekirina mamosteyên jine û vekirina akademiyek xwesere. Her wiha ji bo zarokan jî qadê perwerde û jiyanê dê bêne vekirin. Niha 7 hezar mamosteyen me hene. Ji van mamosteyan 4 hezar û 25 jinin."
(rc)