Encamên konferansa HPJ'ê hat danasîn
11:51
JINHA
TIL TMEIR- Rêvebiriya Hêza Parastina Jinê (HPJ) bi armanca ku biryarên konferansa xwe ya yekemîn vebêje, ji bo jinên bajarê Til Temirê civînek lidar xist.
Di 2'ê meha Tebaxê HPC-Jin 1.mîn konferansa xwe lidar xist û xwe bi navê HPJ birêxistin kir. Di konferansê de biryar û encamên girîng jî derketin holê. Ji bo ev encam ji jinan re were parvekirin, li navenda Kongreya Star a bajarê Til Temirê civînek hat li darxistin. Di civînê ku jinên endamên sazî, rêxistin, komîn û meclîsan amade bûn de, rêvebera HPJ Zîlan Hewram civîn birêve bir.
Zîlanê di serî de girîngiya parastinê nirxand û wiha got: "Parastin ji nan û avê girîngtir e." Zîlanê da zanîn ku pêwîstiya hemû jinan bi parastinê heye û divê ku jin ji xwe re vê yeke esas bigrin. Zîlanê bi lêv kir ku divê jin xwe berpirsyar bibînin û wiha pêde çû: Di konferansa me de jî gelek xal hate gotûbêjkirin. Parastin ne tenê çek were rakirin û mirov biçe eniya şer. Divê em li tax û bajarên xwe jî xwedî derkevin. Lê pêwistiya hemû jinan bi perwerdeyê heye. Ji ber îro şerkek li hember me tê meşandin. Bi taybet ev şer li ser jinê ye. Jixwe Serokatî dibêje 'Divê ji zarokê 7 salî heya 70'ê salî çekê rakin û parastina xwe bikin.' Hemû kes li ber çavên xwe dibîne ku çiqas şîdet li hemû cîhanê li ser jinê tê meşandin."
Zîlanê da zanîn ku rizgariya axa xwe nayê wateya ku pêwîstî bi parastinê namîne û wiha pêl da axaftina xwe: "Dema em dibêjin me Kantona Cizîrê rizgar kiriye, nayê wateya êdî parastin jê re nabe. Divê gel xwe fêrî çek bikin û bajar, gund û taxên xwe biparêzin. Heya niha jî êrîşeke pir mezin li ser me tê meşandin, ji bo ku em bikaribin milê xwe bidin milê şervanên YPG-YPJ'ê û piştgirya wan bikin, divê em parastina bajarê xwe bikin, divê em bizanibin çete bi çi rengî derbasî bajêr dibin."
Zîlanê da xuyakirin ku konferansê de yek ji biryara girîng jî perwerdeya leşkerî-siyasî bû û wiha domand: "Divê jin ji perwerdan re amade bin, yên leşkerî û yên siyasî. Me bi çavên xwe dît ku çeteyên DAIŞ'ê bi çi rengî nêzî jinê dibin. Li herêma Minbicê ew dikirîn û kiribûn koleyên xwe. Ji bo ku ev tişt li bajarên me neyên jîn, divê em parastina xwe û bajarê xwe bikin."
Di civînê de tehlîlên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên derbarê girîngiya parastinê ji hêla Zîlan Hewram bi zimanê Kurdî hate xwendin. Zîlanê biryarnameya di konferansê de derket jî xwend û paşê derbasê nirxandin û pirsan bûn.
Civîn bi nirxandina jinan derbarê pirsgirêkên ewlekariyê dewam kir. Jinan dane zanîn ku teqîn û êrîşên li ser bajarên Rojava divê bi hêza yekgirtî ya parastinê were pûçkirin û dane zanîn ku, ew jî dê alîkariya pêwîst bikin.
Civîn bi çepik û diruşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
(sş-rh/en/rc)