‘Werin em qûrbanên xwe ji bo Sûrê bibeqşînin’
12:41
JINHA
AMED - Bi nêzîkbûna Cejna qûrbanê jinên Amedê bang li gel kirin ku,xêr û qûrbanan kombikin ji bo gelê Sûrê bibeqşînin.
Di pêvçûnan de li navçeya Sûrê gelek avahî hatin hilweşandin û şewitandin. Bi boneya rasthatina cejna qûrbanê jinan bang li gelê Amedê kirin ku, dest bidin gelê Sûrê û qûrbanan ji bo gelê Sûrê bibeqşînin. Hevseroka DBP’a navçe ya Sûrê Ayhan Dogrualp bang li gelê Amedê kir ku, qurbanên cejnê ji bo gelê Sûrê bibeqşînin.
Ayhan wiha axivi; “Em wekî DBP’a Sûrê dixwazîn gelê me yê Amedê dest bide birînên Sûrê û bi wesileya cejnê qûrbanên xwe jî bo gelê Sûrê bibeqşînin. Wekî ku, herkes dizane li Sûrê gelek birînên bi êş hatin vekirin. Em dixwazin ev birîn bi piştgîri û alikariya gelê me yê Amedê bên pêçandin. Bila herkes bi berpirsyarî û wîjdanî tevbigere destê xwe bide Sûrê û qûrbanan bibeqşîne wekî herkesî divê zarok û malbatên Sûrê jî cejna xwe bi kêfxweşî derbas bikin. Divê ji bo kêfxweşiya zarokan em bibin alîkar û piştgirî.”
‘Em bibin yek û destê xwe bidin Sûrê’
Welatiya bi navê Şerîfe Sanli jî diyar kir ku, divê pîranî jin ji Sûrê re bibin alîkar û wiha got: “Banga min ji herkesê hêstiyare ku, ji Sûrê re bibin alîkar. Cejna qûrbanê cejnek watedare di van rojan de divê em bibin yek û destê xwe bidin hevdû û ji gelê xwe yê Sûrê re bibin alîkar. Em gelê Amedê qûrbanên xwe ji Sûrê re bibeqşînîn. Ev berpirsyariyeke mirovahî ye. Em qûrbanên xwe ji bo gelê Sûrê bibeqşînîn.”
‘Em qûrbanên xwe ji bo Sûrê bibeqşînin’
Asli Çalik jî got ku divê ne tenê aliyê aborî de divê manevî di her aliyî de li cem gelê Sûrê be û wiha domand: “Rojên cejnê rojên herî pîrozin. Ji ber wê jî wateya cejnan ji bo me pir girînge em wek jin dixwazin ku, herkes bi pîranî jî gelê Amedê xwedî li Sûrê derkevin û ji gelê xwe re bibin piştgir. Di van rojên wisa pîroz de divê em qûrbanên xwe ji bo gelê Sûrê bibeqşînin.”
‘Em bibin yek û ji Sûrê re bibin deng’
Eylem Kaya jî anî ziman ku, bila herkes malbata xwe bifikire û li gorî wê qûrbanan bibeqşîne û wiha pê de çû; “Jiyan bi hevpariyê xweşe ji ber wê jî pêdivî pê heye ku, herkes destê xwe bike bin kevirê û ji gelê Sûrê re bibe alîkar. Mafê her zarokî ye ku, di cejnê de kêfxweş be ji ber wê jî em dixwazin roja cejnê di nav kenê zarokan de derbas bikîn.”
(ma-zyd/zt)