Berxwedêrên Greva Birçîbûnê: CPT şirîkê qorsaniya hiqûqê ya Îmraliyê ye

12:57

JINHA

AMED - Berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo daxwaza hevdîtinê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, CPT bi awayeke tund rexne kirin û peyama “CPT, şirîkê hiqûqê na nehiqûqî û rûmeta mirovahiyê na îşkenceya li Îmraliyê ye. CPT şirîkê qorsaniya hiqûqê ya Îmraliyê ye” dan.

Li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Amedê 50 dildaran ji bo ku ji RêberêPKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin 4 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dane destpêkirin. 50 dildarên ku ji parlamementer, hevşaredar, hevserok û rêveberên partiyan, hunermend, rojnameger, kedkar û jinan pêk tên têkîldarî nêzîkatiya CPT’ê ya neçûyîna Girava Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Daxuyaniya ku li ser navê “Berxwedêrên Greva Bİrçîbûnê ya Bêdem û Bêdorveger” hate kirin wiha ye:
“Tecrîda kul i ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve 18 sal in bênavber berdewam dike piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê veguherî pêvajoyeke nû. Geşedanîn ku piştî 15’ê Tîrmehê qewimîn û agahiyên der barê Îmraliyê de tên der barê mafê jiyanê yê Birêz Ocalan, tenduristî û ewlehiya wî de fikarên me zêdetir kiriye. Em wekî 50 siyasetmedar, rewşenbîr ji bo ku der barê ewlehiya canê Bİrêz Ocalan de ji holê bê rakirin, ji bo ku bikaribe ‘bi malbat, parêzer an jî heyeteke pêbawer a serbixwe bikaribin biçin li Îmraliyê di çarçoveya hiqûqê de hevdîtinê pêk bînin’ ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Ji ber vê yekê jî têkîldarî Îmraliyê hemû geşedan rasterast me eleqad dike.

‘CPT’î bûye şirîkê îşkenceyê’

Ji bo agahiyekî din a balkêş jî encama serdanên CPT’ê yê Tirkiyeyê ye. Di serdana CPT a k udi 29’ê tebaxê de dest pê kir, ligel kul i gelek girtîgehan çavdêrî kir jî neçûye Girava Îmraliyê. CPT di serdana xwe ya dawî ya li Tirkiyeyê de berpirsyariya xwe ya der barê tecrîda Îmraliyê de careke din îspat kiriye. Peywira CTP pêşîlêgirtina îşkenceyê ye lê bi vî awayî bûye şirîkê îşkenceyê. Yek ji şirîkê qorsaniya hiqûqê ya ku 18 salan dem bi dem pêş ket û hat asta ku mafê jiyanê tehdîd dike jî CPT ye. CPT, ne şirîkê hiqûqê; şirîkê nehiqûqî ye. Ne rûmeta mirovahiyê, şirîkê îşkenceya li Îmraliyê ye.

Em bawer dikin ku; ne saziyên ku nikarin xwe ji siyaset û hiqûqa serdestan rizgar bikin, em kesên ku li dora Rêberê Gelê Kurd azadiyê ava dikin. Em vê baweriya xwe diparêzin. Bi rêzdariya me..."

(zt)