Berxwedêr rojnivîska Sûrê dixwînin
13:01
JINHA
AMED - Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Hevseroka DBP'ê ya Baglarê ArzûKaraman û Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz gotin ku, ew hêza xwe ji berxwedana Sûrê digirin.
Grev birçîbûnê ya li Amedê, ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatiye destpêkirin û bi rengekî bêdem û bêdorveger dewam dike, di roja 4. de ye. 50 berxwedêr, ku nivîskar, sînemavan, rojnamevan û şanoger jî di nav de ne, danê sibehê tên ziyaretkirin. Ji berxwedêran Hevseroka DBP'ê ya Baglarê Arzû Karaman û Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz, ji aliyekî ve berxwedana xwe didomînin, li aliyê din jî 'Rojnivîskên berxwedana Sûrê' dixwînin.
Arzû da xuyakirin, ku ew her sibehê 'Rojnivîskên berxwedana Sûrê' dixwînin û ji berxwedana bêhempa ya li Sûrê hêzeke mezin digirin. Arzû anî zimani ku berxwedêrên Sûrê yên li dijî tank û topan bi lehengî li ber xwe dan, hêzeke mezin dide wan û destnîşan kir, ku her berxwedêrekî li Sûrê şehîd bûn, felsefeyek e û got:, "Hevalê Çiyager moralê dide hemû hevalên li Sûrê li ber xwe didin û ji bo hevalên birîndar ji nû ve tevlî têkoşînê bike, wan teşwîq dike. Bi vî rengî nîşan dide ku ew fermandarek e. Gelê Kurd gelekî ku bi berxwedan û vîna xwe hebûna xwe parastiye. Divê êdî aliyê hemberî me vê rastiyê fêhm bike."
Arzû got, "Îro jî hewl didin me bi gefên li dijî Rêberê me bitirsînin" û destnîşan kir, ku Ocalan xeta wan a sor e û ew ê ti carî dev jê bernedin. Karaman anî ziman, berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê heta dawiyê xwedî li Ocalan derkevin û got, "Dema mirov rojnivîskên berxwedana Sûrê dixwînin, dibînin bê kî tarûmar bûye û psîkolojiya kê xera bûye. Em bi hev re dibînin, ku yên tank û topên wan hene, bi çi rengî li pêşberî hevaleke/î berxwedêr ditirse. Her hevala/ê li Sûrê li ber xwe da, ji bo me îdeolojiyek e."
‘Ez ji berxwedana Sûrê hêzê digirim’
Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz jî da xuyakirin, bibîr xist ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe bi kar anîn û di destê ciwanên li hemberî wan de bi tenê çekên sivik hebûn. Rûkiye destnîşan kir, ku ciwanan nîşan dan bawerî û çanda wan a berxwedanê gelekî mezin e û got, "Ez ji wan hêzê digirim."
(kom/zt)