Dê Wan bi çalakiya runiştinê piştevaniya greva birçîbûnê bike
13:31
JINHA
WAN - Gelê Wanê dê bi çalakiya rûniştinê piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Amedê.
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên navçe û bajarê Wanê, bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçêbûnê ya 50 kesan 4 rojin li Amedê bi boneya bi Ocalan re hevdîtin bê kirin dane destpêkrin, dê sibê bi çalakiya rûniştinê piştgiriyê bidin. Hemû rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wan û navçeyên Wanê dê sibê saet di 19.00’an de li Parka Hunerê ya Rêya Armûşê dest bi çalakiyê bikin.
Têkildarî çalakiyê li avahiya DBP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Hevseroka DBP'ê ya Rêya Armuşê Rojbin Bor, bang li hemû gelê Wanê kir ku tevlî çalakiya wan bibin û piştgiriyê bidin çalakiya Amedê.
(zt)