Sebahat Tûncel: CPT şirîkê îskenceya li Îmralî tê meşandine
13:42
JINHA
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tuncel di civîna Meclîsa Jinê ya partiya xwe de bal kişand ser tecrîdê û ji bo azadiya Ocalan banga zêdekirina çalakiyan kir.
Meclîsa Jinê ya DBP'ê li ser pêvajoya dawî ya siyasî civînek lidar xist. Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek ên di greva birçîbûnê ya li Amedê de ne, beşdarî civînê bûn. Her wiha endamên jin ên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê jî li civînê amade bûn. Sebahat di axaftina xwe de diyar kir, êrîşeke gelekî giran li ser destketiyên gelê Kurdistanê heye û di vî warî de bal kişand ser dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve. Sebahat da xuyakirin, dewleta Tirk hewl dide nehêle kanton bigihêjin hev û pêşî li Federasyona Sûriyeya Demokratîk bigire. Sebahat qetillkirina sivîlan a li vê herêmê şermezar kir.
Sebahat işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Bi gotineke Birêz Ocalan 2 salan şer neqewimî. Nîşanî gelên Tirkiyeyê da ku jiyaneke cuda pêkan e. Ji ber ku bi vê dizanin, rabûn bi tecrîdkirinê destpê kirin. Ji 5'ê Nîsanê û vir ve em ti agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd nagirin. Tirkiye li gorî pîvanên xwe jî tevnagere. Di sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê de pîvanên ji bo hikumxwar û girtiyan jî hene. Mafê girtî û hikumxwaran heye ku bi sê kesan re, bi malbata xwe re, bi parêzeran re hevdîtinê bike. Lê ev maf hemû li Îmraliyê tên binpêkirin."
'CPT şirîkê suc e'
Sebahat diyar kir, ji ber binpAêkirina mafên mirovan ên piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bang li CPT hat kirin û got, "CPT hat Tirkiyeyê, li girtîgehan geriya lê neçû Îmraliyê. Di daxuyaniya xwe de bi tenê got, 'agahî ji hkiûmetê hatiye girtin'. CPT bûye hevparê vî sûcî." Sebahat anî ziman, ku CPT bi hikûmetê re hevkariyê dike û greva xwe ya birçîbûnê bibîr xist, ku heta agahiyê ji Ocalan negirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Sebahat di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Eger em her cihî veguherînin qada çalakiyê û têkoşînê mezin bikin, hingî em ê rêyekê ber bi Îmraliyê ve vekin û gaveke mezin bavêjin. Em di dema xwe ya herî xurt de ne."
(kom/zt)