Gelê Kampa Miştenûr ji bo Abdullah Ocalan meşiya
13:49
JINHA
KOBANÊ- Îro şêniyên kampa Miştenûr a koçberan, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan meşeke girseyî lidar xistin, meşa ku ji kampê destpêkir heya gundê Til Şiîr ya Kantona Kobanê dewam kir.
Şêniyên kampa Miştenûr a Koçberan ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Adulah Ocalan were rakirin meşeke girseyî lidar xistin. Meş li kampê destpêkir û heya gundê Til Şiîrê bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" dewam kir. Di meşa girseyî de jin û zarok pêşengî kirin. Di meşê de alên YPG-YPJ'ê, TEV-DEM, Kongreya Star û Posterên Rêberê PKK'ê Addulah Ocalan hatin rakirin. Pêşiya meşê jî pankarta "Azadiya Rêber Apo Temînatê Aştiya Rojhilata Navîne" hate hilgirtin.
Li gundê Til Şiîr çalekvanên meşê sekinîn û li wir rêvebera Kampê Hewê Hesen mebesta çalekiya xwe anî ziman. Hewê wiha got: "Ev bû salek û heft meh, tu agahî ji Seroketî nayê girtin. Em ê ji bo Serokê xwe her tiştekê bikin. Em çalekiyên xwe dê berdewam bikin. Çi were xwestin em jin dê bikin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo jinan têkoşîneke daye meşandin."
Di dawiyê de Hewa çalekiyên grevên birçîbûnên yên li Bakûr, Ewrûpa û Qamişlo têne meşandin jî silav kir û got: "Azadiya Serok Apo azadiya hemû cîhanê ye, ji ber vê divê hemû cîhan deng bide çalekiyên me"
(bs/en/rc)