Mamoste bi israreke mezin di greva birçîbûnê de ne

14:11

JINHA

QAMIŞLO- Çalakiya Greva birçîbûnê ya ku li bajarê Qamişlo hatî destpêkirin îro mamosteyên KPCD'e yên jin dewir girtin.

Li Taxa Hilîliyê ya bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Kongreya Star û YCR'ê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan duh hatibû destpêkirin. Çalakiya ku endamên Saziya Malbatên Şehîdan dabûn destpêkirin îro mamosteyên KPCD'yê dewir girtin. Jinên ku tevlî çalakiyê bûne coşek mezin didin çalakiya xwe.

Li konê grevê ya ku hejmareke mezin ya mamsote di grevê de ne, dirûşmeya "Bijî Serok Apo"hat berzkirin. Mamosteyan tîşortên wêneyê Abdullah Ocalan li ser li xwe kirin. Bi sedan welatî çûn serdana çalakgerên grevê. Mamosteyên jin ên tevlê çalakiya grevê bûne diyar kirin ku, heya ew agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigrin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

'Em şagirt û şopdarê Rêber Apo ne'

Yek ji mamosteyên jin Rûken Ehmed nêrînê xwe di derbara çalakiya grevê de wiha anî ziman: "Îro em wek mamosteyên KPCD'ê daketine qada çalekiyê ji bo azadiya Serokê xwe. Ji kona çalakiya grevê em bang li dewleta Tirkiyeyê dikin û dibêjin; heta xwîn di laşê me di hebe, em ji doza xwe venagerin, heta ku em agahî ji Rêber Apo negirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd e. Em şagirt û şopdarê Rêber Apo ne. Jiyana me ji bo Rêberê me ye."

Mamoste Jiyan Hesen jî bi lêv kir ku ew demek dirêje agahî ji Abdullah Ocalan nagrin û wiha pêde çû: "Em nizanin rewşa wî çiye. Ji ber vê yekê pir kes bi mer re li ser piyan e. Êdî ev tecrîd nema tê qebûlkirin. Em jiyana xwe bê Serokê xwe berdewam nakin. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên navnetewî û gelê xwe dikin ku ji bo ew jî dengê xwe bidin me û rabin ji bo azadi ya Rêberê me di çalakiyan de bin."

Mamoste Şemala Îsmaîl jî da xuyakirin ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye tevlî çalakiya grevê bûye û wiha axivî: "Agahî ji Serok nayê girtin. Ji ber vê yekê em di çalakiyê de ne. Em bang hêzên navnetewî dikin bila bêdeng nemînin."

(kom/rc)