Leyla Yaşar: Şoreşa Sûriyeyê dişibihe lîstika şatrançê

14:37

JINHA

HESEKÊ- Rêxistina Kongra Star têkîldarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Navenda Xabûr ya Çand û Hunerê civînek ji bo jinan pêk anî.

Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê Rêxistina Kongra Star li Navenda Xabûr ya Çand û Hunerê civînek têkîldarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk anî. Di civînê de rojeva sereke tecrîda girankirbû. Piştî rêzgirtinê endama Koordînasyona Kongra Starê Leyla Yaşar axivî û têkoşîn, berxwedan û sekna Abdullah Ocalan rawestiya. Leylayê destnîşan kir ku, hêzên desthilatdar ji ber projeyên Rêberê PKK'ê yên di derbarê azadî û aştî hember pergala xwe wek xeterî dibînin ewqas êrîş pêk tînin û wiha domand: "Ev hêz li dijî fikir û ramanên Rêber Apo disekinin û ev 17'e sale ku di şert û mercên giran ên Îmraliyê de dîl tê ragirtin. Ligel hemû zordestî û îşkenceyan jî Rêbertî dest ji projeya xwe ya azadiyê berneda."

Leylayê bal kişand ser xeteriyên heber Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da gotina xwe: "Serok niha di xeteriyê de ye. Hemû tiştên ku li bakûrê kurdistanê çêdibin, ne ji rêzê ye. Ev salek û nîve em tu agahî ji Rêberê xwe nagrin. Beriya demekê rêjîma Baas êrîşê bajarê Hesekê kir, bi vê êrîşa Baas a qirêj re dixwestin ku di navbera pêkhateyên vir parçebûn bidin çêkirin. Lê armanca wan vala derket. Ji ber şervanên kurd û ereb berxwedaneke pir mezin kirin û gelek cihên girîng ji qirêja rêjîmê û pêxwasên wan rizgar kirin."

Leylayê ji bo dagirkirina Cerablûsê jî nêrîna xwe anî ziman: "Armanca dewleta Tirkiyeyê ji êrîşa li ser Cerablûsê ew e ku gelên wir bire qontrola xwe. Ev dagirkerî êrîşek li hember gelê meye. Divê ev jî were zanîn şoreşa li Sûriyê dişibe lîsoka şetrencê û her hemle dibe ku encamên cuda bi xwe re bîne. Pir eşkere ye ku yek ji aktorên herî girîng a vê pêvajoyê hêzên me yên YPG û YPJ'ê ne."

Leylayê di dawî de da zanîn ku vîna gelê kurd wê bi êrîşan têk neça û got ku, ew ê çalakiyên xwe ji bo azadiya Abdullah Ocalan berdewam bikin

Civîn bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî YPJ'ê" û "Bijî YPG'ê" bi dawî bû.

(lç/en/rc)