'KESK dê serî netewîne'

15:45

JINHA

AMED - KESK, TBB û KCD têkildarî jikaravêtin û dûrxistina karker û karmendan bia wayekî hevpar civîneke çapemeniyê li dar xistin û di civînê de piştgirêya bo kedkaran hat destnîşankirin.

Rêveber û endamên Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk serdana Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) kirin. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle heyet pêşwazî kir. Li salona civînê ya KCD'ê bi hev re civîna çapemeniyê li dar xistin.

'Em biryara berxwedana kedkaran pîroz dikin'

Hatîp Dîcle xêrhatina heyetê kir û diyar kir ku piştî gotina Serokwezîr Bînalî Yildirim a "Dê 14 hezar mamoste ji kar bên avêtin" kedkar jî li hev civiyan, li dijî van pêkûtiyên derhuqûqî biryara berxwedanê dan. Hatîp anî ziman ku ew wek KCD'ê piştgirya berxwedana kedkaran dikin û wan pîroz dikin.

'KESK dê serî netewîne'

Piştî Hatîp, Berdevkê Demê yê KESK'ê Selahattin Alp axivî û da zanîn ku sed sal e ku KESK li ber xwe dide û serî netewandiye û dê ji îro pêve jî serî netewîne û wiha got: "Em ji kevneşopiya kesên di teqîna Enqerê de canê xwe dane hatine, em ê rêya wan bişopînin û bi bîranînên wan têbikoşin."

'Bila fatûreya derbeyê li kedkaran nebirin'

Selahattîn diyar kir ku, dîroka êrîşên arasteyî KESK'ê dîrokeke kûr e, lê piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê Qesrê bi awayekî giştî polîtîkayeke qirkirin û çewisandinî da destpêkirin û wiha axivî: "KESK'ê heta niha ji bo aşitî û mafê mirovan têkoşiya, lê ji bo vê doz li me hatin vekirin. Dîsa em li dijî asîmîlasyonê derketin, me ji bo zimanê dayikê ked da, li hemberî vê sirgûn hatin pêkanîn û lêpirsîn hatin destpêkirin. Herî dawî OHAL hat, lê me dizanî dê ev ne li dijî derbekaran, dê li dijî kesên muxalîf bê pêkanîn. Bi hinceta derbekaran, gelek kedkar ku tu eleqeya wan bi derbeyê re tune bû, ji kar hatin avêtin. Fatureya derbeyê ne li kedkaran, divê li hinek kesên di nava AKP'ê de rê ji derbeyê re vekirin bê birîn."

'Eger berxwedan nebe, dê ev pêl belav bibe'

Selahattî gotinên Bînalî nirxand û da zanîn ku Bînalî di gotinên xwe de da diyar kiriye ku 14 hezar mamoste bên avêtin û piştî wê peyama avêtinê da tenduristkaran jî û wiha domand: "Eger AKP'ê berxwedanê nebîne, dê ev pêl belav bibe. Dixwazin bi rêya kesên hindekariyê dikin, gel asîmîle bikin. Li cihê wê hişmediyê, yekî bidin avakirin. Ev ne pirsgirêka kedkaran tenê, ev pirsgirêkek civakî ye. Em ê wek KESK'ê têkoşîna demokrasî û aşitiyê bidomînin, heya civakek demokrat ava bikin."

'Çalakiya yekem dê sibê bê kirin'

Selahattîn daxuyand ku piştî gotinên Bînalî bi STK û saziyên siyasî re hatin cem hev û dê dest bi çalakiyên xwe bikin û wiha got: "Dê çalakiya me ya yekem, çalakiya runiştinê be. Bila me neşibînin kesekî, dê KESK li ber xwe bide. Dîroka me vê dide nîşandan. Me qefleya ku li deriyan hatî xistin kişandiye."

'Gotina Bînalî parçeyek pêvajoya tasfiyeyê ye'

Piştî Selahattîn, Hatîp dubare axivî û diyar kir ku ew bi vê qeyranê fêm dikin ku bê diyalog û hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çiqas bi nirx e û wiha berdewam kir: "Piştî birîna diyalogê konsepta şer dan destpêkirin. Ji her aliyî ve bi ser gelê kurd de hatin. Dîsa hemû kesên li hemberî Qesrê muxalîf hatin tasfiye kirin. Gotina Yildirim ya li Amedê parçeyek pêvajoya tasfiyeyê ye. Êrîşa ser Egitim-Senê tasfiyeya KESK'ê ye. Terbiyekirina bi birçîbûnê ya mamosteyan, hişmendiya faşîzan a Hîtlerî ye."

'Em ê bi hemû pêkhateyên xwe li cem kedkaran bin'

Hatîp dest nîşan kir ku eger di serî de KESK, hemû yekgirteyên kedê nebin yek û li hemberî van pêkanînan li ber xwe nedin, dê pêkanîn mezintir bibe û wiha got: "Em ê bi hemû pêkhateyên xwe, li cem têkoşîna kedkaran bin û bang li gelê xwe dikin li cem çêkerên pêşeroja xwe bin, piştgiriyê bidin."

(mm-ra/rc)