Ji Farqînê berteka despêkê: Ev darbeya ser vîna gele
17:42
JINHA
AMED - Alîgirê Hevşaredariya Şaredariya Farqînê Zûhal Tekîner, têkildarî pîşandana qeyûmê wiha axivî, "Em vê biryara ku li dijî îradeya gel wek derbeyê dibînin, bi tu awayî nasnakin."
Bi talîmata Qesrê û Hikûmeta AKP'ê ji aliyê Walîtiya Amedê ve bo şaredariyên DBP'î yên Sûr û Farqînê qeyûm hat pîşandan. Bi biryara Wezarata Karên Hundir hevşaredarên her du navçeyan ji peywirê hatibûn girtin. Têkildarî pîşandana biryara qeyûmê Alîgira Hevşaredariya Farqînê Zûhal Tekîner, diyar kir ku derbareyê biryarê de bi awayekî fermî hîn bo wan tu teblîgat nehatiye şandin.
Zûhal anî ziman ku li navçeya ku berxwedana xwerêveberiyê xwe lê dabû der, ji xwe heta niha "bi awayekî fiîlî bi qeyûm"ê dihat birêvebirin û got, xebatên herî sereke jî tabiî destûra muduriyeta polîsan û qaymeqamtiyê bûn.
Zûhal bi bîr xist ku ji xebatên binavayiyî bigire heta çêkirina rêyên gundan û konteynirên çopan hemû ji aliyê qaymeqamtiyê ve hatibûn rakirin û dest nîşan kir ku li gel van zor û zehmetiyan jî ji bo gel mexdûr nebe wan bi zor û heft bela xebatên xwe didomandin û wiha got, "Piştî vê rewşa fiîlî heta roja îro em pîşandana qeyûmê wek derbeyekê dibînin. Ji ber vê jî, em vê biryara derhuqûqî nasnakin."
(kom/zt)