ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo mutabakata Dolmabahçeyê bikeve jiyanê li ber Qesra Dolmabahçeyê hefteya 45'an li pey xwe hiştin û got: "Gelê Kurd xwe bi rêbertiya xwe nas kir û wê bi wî re azad bibe. wê çalakiya me bi biryarek mezin berdewam bike."

*Jinan bertek nîşanê ku Tirkiyeyê mudaxaleyê sînorê Rojava kir û gelê sivîl qetil kir da û got: "Gelê Kurd ji aliyê dewletan ve li çar parçeyan hatiye veqetandin. Li dijî êrîşên li hember qezencên ewladên me, ji bo xaka ku bi canê xwe rizgar kirine emê bi rihê 6-8'ê cotmehê têbikoşin."

*Elhem El-Absî ku ji şerê Sûriyeyê reviyan Tirkiyeyê, dixwaze çavê kurê wê yê ji welîdînê nabîne bê emelyatkirin.

*Şarederiya Herêma Şedadê piştî ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, hat avakirin. Di şaredariya Herêma Şedadê sê jinên ku cih digrin, bi awayeke aktîf xebatên xizmeta gel didin meşandin.

*Li semta Dîclekentê jin bi çêkirina lihêfan amadekariyên zivistanê dikin û bi vî awayi hûner û keda destê jinê didin jîndin.

*Jinan bertek nîşanê tayyînkirina kayyuman a şaredariyên Sûr û Farqînê da. Jinan da zanîn ku divê li dijî vê bê hiqûqiyê gel xwedî li îrade û şaredarên xwe derkevin. Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Saruhan got ne îro be jî wê AYM têkidlarî KHK'yan de gotina xwe bêje û wê li hember DMME'ê wê bê mahkumkirin.

*Piştî daxuyaniyên serokwezîr Bînalî Yildirim û wezîrê karê hundir Suleyman Soylu yê n şaredariyên DBP'î hedef girtin, kayyum tayînê şaredariya DBP'ê ya Sûrê hat kirin. Gelê Sûrê da zanîn ku ew kayyumên hatine tayînkirin nas nakin.

*Jinên bajarê Til Temir li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînê xwe anîn û gotin: "Heya Rêberê me azad nebe, em ê li ser piyan bin û ji bo azadiya Rêbertî em ê her tiştî bikin."

*Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ku ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin û hevdîtin pêk bê di gireva birçîbûnê de cih girt, piştî pêşniyara Abdullah Ocalan ya 'Divê ti bixwînî û bixebitî' bi cidiyetek mezin têdikoşe.

*Jinên Wanê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û gotin: "Heta em agahiyê ji rêvebertiya xwe negirin emê serî li her rê bidin. Emê xwedî li rêberê ku ji jinan re pêşengî kiriye bibin. Em jin wê têkoşîna xwe li her qadê belav bikin."