Dayikên Aştiyê: Me xwe bi Rêbertiyê nas kir em ê bi wî re azad bibin
09:01
JINHA
STENBOL - Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo mutabakata Dolmabahçeyê bikeve jiyanê li ber Qesra Dolmabahçeyê hefteya 45'an li pey xwe hiştin û got: "Gelê Kurd xwe bi rêbertiya xwe nas kir û wê bi wî re azad bibe. wê çalakiya me bi biryarek mezin berdewam bike."
Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo mutabakata Dolmabahçeyê bikeve jiyanê li ber Qesra Dolmabahçeyê hefteya 45'an li pey xwe hiştin. Dayik her hefte li ber Dolmabahçeyê hatin cem hev û pankart û dovîz hildan. Dayikên aştiyê yên tevlî çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn.
'Ligel zextan emê çalakiya xwe bidomînin'
Ji dayikên aştiyê yên Stenbolê Sakîne Duen got dema nû dest bi çalakiyê kirine sê saetan runiştine û din ava demê de ev pêvajo kêm bûye û niha ji ber zextan bûye saetek. Sakînê got: "Em ji bo rêbertiya xwe li virin. Pêvajoya aştiyê li vir dest pê kir. Li vir hat qedandin. Em ji bo dîsa muzakere destpê bike li virin. Em ne dixwazin leşker ne dixwazin ciwanên Kurd bimrin."
'Em ji bo aştiyê hewce be wê bimrin'
Sakîneyê bi lêv kir ku hikûmeta AKP'ê Tirkiye veguhertine qada şer û wiha got: "Ji bo aştiyê siyasetmedarê Kurd bedena xwe dane ber mirinê. Dema ez di girtîgehê de bûm ez jî 60 rojan ketim grevê. Ger hewce be emê hemû dîsa bikevin girevê. Em jib o aştiYê û azadiya Rêbertiyê çi ji destê me bê emê bikin."
'Wê têkoşîna me bidom'
Ji endamên dayikên aştiyê Emîne Onal jî diyar kir ku ew ji bo ciwanên Kurd û Tirk nemirin li vir rudinin û got Erdogan ji bo desthilatdariya xwe ciwanan dike qurban.
'Gelê Kurd xwe bi rêbertiyê nas kir'
Perîhan Akbulutê jî got bi dehan carê pankarta wan ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û got: "Bi OHAL'ê re dixwazin pêşî li aştiyê bigirin. Ji roja çalakiyê destpêkiriye em rastî gelek zehmetiyan hatin. Aştî gelek tiştî îfade dike. Hikûmet bersivê nade aştiyê. Li ser vê grevan destpêkiriye. Gelê Kurd xwe bi rêbertiyê na skir û wê bi rêbertiyê azad bibe:"
(tm/hu)