'Em ê bi rihê 6-8'ê cotmehê xwedî li Rojava derkevin'
09:02
JINHA
WAN - Jinan bertek nîşanê ku Tirkiyeyê mudaxaleyê sînorê Rojava kir û gelê sivîl qetil kir da û got: "Gelê Kurd ji aliyê dewletan ve li çar parçeyan hatiye veqetandin. Li dijî êrîşên li hember qezencên ewladên me, ji bo xaka ku bi canê xwe rizgar kirine emê bi rihê 6-8'ê cotmehê têbikoşin."
Jinan bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê ya li dijî sivîlên li xeta sînorê Kobanê dan û got wê li dijî êrîşên li dijî nasname û zimanê gelê Kurd wê bibin yek. Ayşe Talayê got divê Tirkiye demildet ji xaka Rojava vekişe û got gelê Rojava ne tenê ye. Ayşeyê got gelê Kurd li her çar parçeyê Kurdistanê ji aliyê dewletan ve rastî zilmê tên û got: "Em şerê xaka xwe didin. Em şerê maf dimeşînin. Em nasname û zimanê xwe dixwazin. Ji bo em van bigirin emê her cureyê têkoşînê bimeşîn."
'Em bi ruhê 6-7'ê cotmehê xwedî li Rojava derkevin'
Aliye Guneşê jî destnîşan kir ku divê li dijî zilma dewletê gelê Kurd rabin ser piyan û wiha got: "Emê xwedî li ewladên xwer derkevin. Emê xwedî li rêbertiya xwe derkevin. Înşalah emê bi şoreşek mezin bi ser bikevin. Divê gelê Kurd rabe ser piyan xwedî li xaka xwe derkeve. Divê êdî zilma dewletê qebûl nekr. Em çawa di 6-7'ê cotmehê de xwedî li Kobanê derketin emê dîsa bi rihê berxwedanê êrîşan şûnde bikişînin.'
'Tirkiyeyê li dijî DAIŞ'ê deng dernexist'
Nazîme Uçoş jî bi lêv kir ku gelê Kurd ev 40 sale li dijî ti hêzî serî natewîne. Nazimeyê wiha got: "Ne Îran, ne Iraq, ne Ewropa û ne jî Tirkiye me ji doza me nekare bike. îro dibe ku sînorê me bi Kobanê û Cerablusê re hebe. Lê gelê Kurd li çar parçeyan dijî. AKP li dijî DAIŞ'ê nerehet nîne. Dengê xwe jê re dernaxe."
Delal Ocakê êrîşa dewlet aTirk ya li sînorê Kobanê şermezar kir û got bila dewleta Tirk bizane ku ewladên me ji bo azadiya wan xakan ewladên xwe winda kirine ûbila êdî dewleta tirk dawî li zilma xwe bîne."
(htk/dc/hu)