'Yekane daxwaza min emelyeta kurê mine'

09:03

Ruken Tuncel/JINHA

DÎLOK - Elhem El-Absî ku ji şerê Sûriyeyê reviyan Tirkiyeyê, dixwaze çavê kurê wê yê ji welîdînê nabîne bê emelyatkirin.

Elhem El-Absî du sal berê bi 4 zarokên xwe re ji Sûriyê hat Tirkiyê. Ji roja hatî li kampa Islahiya ya AFAD'ê dimîne. Ji bilî fona AFAD dide wek karkera rojane jî lir ezan dixebite. Elhemê got mehê serî kesî 100 tê dayîn lê ev fon têr nake û ji ber vê dixebite.

Elhemê ku beriya şer hevjînê xwe ji ber pirsgirêkên tenduristiyê wendakiriye, ji wê demê heta niha xebitiye. Piştî şer dest pê dike jî ji Şamê derketiye û hatiye Tirkiyeyê.

'Li kampê jiyan zehmete'

Elhemê got li kampê jiyan gelek zehmete û got zivistanê sare û havînan jî gelek germe. Elhemê got: " odeyên konan gelek biçûkin. Em du malbat 9-10 kes li vir dimînin. Wekê din çareya me nîne. Em neçarin li vir bijîn. Fona ku AFAD dide têrî me nake."

Elhemê destnîşan kir ku pisgirêkên tenduristiyê jî pirin û got: "Ji bo em nexweş nekevin dua dikin. doktorek li vir heye û ew jî li nexweşiyên hêsan dinêre. Doktor dinêre dermanekî dide û em tên."

'Kurê min jiyana hepsê dijî'

Elhemê got kurekî wê çavê wî nabîne û got: "Ji welidînê nabîne. Li Sûrê me bir nexweşxanê û doktor got di 18 saliya wî de dikare bê emelyetkirin. Min li vir bir nexweşxaneya Islahiyeyê lê doktoran got ew nekarin emelyet bikin. Gotin li Brîtanya an jî Elmanyayê dikare bê kirin. Kurê min li vir jiyana hepsê dijî. Ez dixwazim kurê min bê emelyetkirin."

(hu)