Şaredariya Şedadê bi keda jinan tê avakirin

09:04

Ebîr Ehmed-Lava Sîrac/JINHA

HESEKÊ - Şarederiya Herêma Şedadê piştî ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, hat avakirin. Di şaredariya Herêma Şedadê sê jinên ku cih digrin, bi awayeke aktîf xebatên xizmeta gel didin meşandin.

Herêma Şedadê demek dirêj rastî dagirkiriya komên çete hat. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser daxwaza welatiyên herêmê, pêngava rizgarkirinê bi navê 'Xezeba Xabûr' dabûn destpêkirin û di 19'ê sibatê de herêm bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Piştî rizgarbûna herêmê û îlankirina Rêveberya Xweser gel dest bi xebatê înşakirinê û xwe bi rêxistinê kirin. Li herêmê ligel avakirina Şaredariya Herêma Şedadê, gelek komîn û sazî hatin avakirin.

Şaredariya Gel jî du meh e dest bi xebatên xwe kiriye. Endamên Şaredariyê hatine diyarkirin û perwerdeyên xwe dîtin. Şaredarî bi pergala Hevserokatiyê xebatê xwe rêve dibe. Di xebatên rêxistinkirina şaredariyê de niha 3'ê jin cih digrin. Yek Hevşaredare ya duyem berpirsyarê qadê aboriye a siyem jî di dîwanê de cih digre.

Hevseroka Şaredariya Gel a Şedadê Nîda Elî El Salih di derbarê xebatên xwe de agahî da me û diyar kir ku, beriya rizgarkirina herêmê ji çeteyan tu xebatek ji bo rêxistina civakê nebûye û wiha got: "Bi tayebt jinan qet nedikarîn tiştekê bikin. Lê belê piştî herêm ji çeteyan hat rizgarkirin, jin di xebatên rêxistinbûnê de çalakbûn. Niha em sê jin di xebatên şaredariyê de ne. Ev ji bo me kareke nû ye. Tecrûbeyên me kêm in, lê em bawerin ku bi hev re xebateke baş bimeşînin."

Nîdayê bi lêv kir ku, jin di her qadê jiyanê de xwedî rolek girînge û wiha pêde çû: "Kedeke mezin a jinê di vê xebatê de heye. Pir pêdiviyên bajar jî hene û em ê jî bi cidiyet van ser bixin. Em wek şaredarî soz didin gelê xwe ku xizmeteke baş bikin û projeyên pêşxistina bajarê xwe rêve bibin."

(en/rc)