'Divê bi çalakiyên îtiatiya sivîl li dij biryarê bê sekinandin'

09:07

JINHA

ENQERE - Jinan bertek nîşanê tayyînkirina kayyuman a şaredariyên Sûr û Farqînê da. Jinan da zanîn ku divê li dijî vê bê hiqûqiyê gel xwedî li îrade û şaredarên xwe derkevin. Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Saruhan got ne îro be jî wê AYM têkidlarî KHK'yan de gotina xwe bêje û wê li hember DMME'ê wê bê mahkumkirin.

Bi tayyînkirina kayyuman ji bo şaredariya Farqînê qeymeqamê navçeyê Murat Kutuk, ji bo şaredariya Surê jî qeymeqamê Sûrê Dr. Memduh Turan hat tayînkirin. Jinan bertek nîşanê vê pêkanînê dan. Endama lijneya Rêveber a HDP'ê û femînîst Gulsen Ulkerê got divê ev biryar neyê nasîn û bi çalakiyên îtiatiya sivîl li dij vê bên rawestandin.

Gulsen Ulkerê got divê ev bûyer bi bûyerên demên dawî re bê nirxandin û got: "Ev tenê ne meseleya tayînkirina kayyumane. Li aliyekî partiyek siyaseta legal dike dixwazin ji holê rabikin."

'Tiştên ku darbe dike niha tên kirin'

Gulîsenê got bi tayînkirina kayuman îradeya gel tê tinekirin û got: "Tiştên ku darbeyê dike niha tên kirin. Divê bi tundî li dij vê bê sekinanin. HDP, KCD û DBP'ê gotin ew vê biryarê nas nakin."

'Cihê vê biryarê tine'

Gulsenê wiha berdewam kir: "Di vê pêvajoyê de bêîtiatiya sivîl gelek girînge. 14 hezar mamoste ji kar hatin durxistin. Ev êrîşeke li dijî mamosteyên Kurde. Ev hemû bi armanca ji holê rakirina partiyekê ye. divê bi çalakiyên bêîtiatiya sivîl li dijî vê bê rawestandin. Bi taybet divê jin derkevin pêş.tayyînkirina kayyuman a şaredariyan di heman demê de êrîşa li dijî qezencên jinane."

'Divê ev bêhiqûqî demildest ji holê bê rakirin'

Parlamentera CHP'ê Şenal Saruhanê jî wiha got: "Me wek CHP'ê li dijî tayînkirina kayyuman di pêşniyarên sererastina qanûnan de derketibûn. Tevî vê pêkanînek wisa hat kirin. Di esasê de FETO hedef hat girtin. Divê ev bêhiqûqî ji holê rabe.

Endama Platfoma Jinan a Enqereyê Latîfe Kahya Demîr jî diyar kir ku bi vê pêkanînê îradeya gel tine hatiye hesibandin û wê gel li dijî vê bêhiqûqiyê xwedî li şaredarên xwe derkeve.

(de-he/hu)