Gelê Sûrê:Ewil canê me niha jî îradeya me
09:08
JINHA
AMED - Piştî daxuyaniyên serokwezîr Bînalî Yildirim û wezîrê karê hundir Suleyman Soylu yê n şaredariyên DBP'î hedef girtin, kayyum tayînê şaredariya DBP'ê ya Sûrê hat kirin. Gelê Sûrê da zanîn ku ew kayyumên hatine tayînkirin nas nakin.
Beyî ku Walîtiya Amedê teblîgatê ji şaredariyên Sûr û Farqînê re bişîne biryara tayînkirina kayyuman ji bo şaredariyanhat dayîn û gel bertek nîşanê vê da. Gel diyar kir ku wê kayyuman nas nekin.
'Serokên hatine wê çiqas ji derdê gel re bibe derman'
Hatîce Faran destnîşan kir ku wê gel kayyuman qebûl nekin û got: "Gel vê şaş dibîne. Gel ev mirov hilbijartin. Şaredar dibe, encumen dibe, ev mirov ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Li Sûrê an jî cihekî din gel kayyuman naxwazin. Çima ne şaredarên me serokên dewletê şaredraiyan birêve bibin. Ev serokên bên wê çiqas ji derdê gel re bibin derman."
'Êrîşê îradeya gel kirin'
Hatîceyê di berdewamiyê de diyar kirin ku gelê Sûrê ne memuran îradeya xwe dixwazin û got: "Ev gel paşa û began naxwazin. Vî gelî ji bo vê bi salan têkoşîn meşandiye. Ji bo îradeya xwe hilbijêre bi salan têkoşîn meşandiye. Yên me hilbijartin bi salan ji gel re xizmet kirin. Gel vê qebûl nake. Ev êrîşeke li dijî îradeya gele."
'Gelê Sûrê vê qebûl nake'
Hîdayet Ata jî wiha got: "Memurên hatine tayînkirin em nas nakin. Em gelê Sûrê di pêvajoyên giran de derbas bûn. Ev şaredarî her tim ligel me bû. em vê pêkanînê ti car qebûl nakin û kayyumên hatine tayînkirin nas nakin. Bertekên gelê Sûrê wê li dijî kayyuman wisa be. Emê wan kesan qebûl nekin. Sûr şewitandin hilweşandin. Niha jî dest didin ser îradeya me. Em vê qebûl nakin."
(mm-ra/hu)