Jinên Til Temirê: Bila rêxistinên navneteweyî guh bidin daxwaza gel

09:09

Ronîda Hacî/JINHA

TIL TEMIR - Jinên bajarê Til Temir li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînê xwe anîn û gotin: "Heya Rêberê me azad nebe, em ê li ser piyan bin û ji bo azadiya Rêbertî em ê her tiştî bikin."

Tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe rastî nerazîbûnên mezin yê jinan tê. Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. Hilala El Hemade ya ereb diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo tevahiya gelan têdikoşe û wiha axivî: "Rêber Apo, azadiya tevahî gelan dixwaze. Bêy ku ferq bixe navbera netewan de parazvaniya mirovahiyê dike. Xwedî li gelê bindest derdikeve. Mafê me heye ku em rewşa Rêbertî hîn bibin. Em ê ji bo Rêbertî fedekariyê bikin û di çalakiyan de bin. Seroktî dibêje kurd, ereb û aşûrî tev yek in û ji bo wekheviya gelan her tişt kir. Ji bo azadiya Serokatî em ê wek gel tev destê xwe bikin destê hev û bibin yek deng."

'Gel tev şopdarê fikir û felsefeya Abdullah Ocalane'

Hilalayê anî ziman ku îro gel tev şopdarê fikir û felsefeya Abdullah Ocalane û bang li tevahî rêxistinên nevneteweyî kir û wiha got: "Mafê me ye ku îro em rewşa serokê xwe bizanibin heye. Em dixwazin heyetek biçe Îmraliyê û pê re hevdîtin pêk bîne."

'Em azadiya Rêberê xwe dixwazin'

Fehîme Ebdulrehman jî tecrîda girankirî bi tundî şermezar kir û wiha got: "Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Ji ber ku Serokatî azadiya gelan dixwaze, komkujiyan napejrîne rastî îşkence û tecrîda giran tê hêştin. Peyama me ji Erdogan re ew e ku dawî li vê tecrîdê bîne. Em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin. Dê têkoşîn û çalakiyên me ji bo azadiya Serokatî dewam bikin."

'Bila wîjdan û exlaq tevbigerin'

Fehîmeyê bi lêv kir ku, divê rêxistinên navneteweyî deng bide daxwazê gel û wiha pêde çû: "Ez ji rêxistinên mafên mirovan re dibêjim ger mirovek ji bo gelê xwe, xwe feda bike û komkujî li ser wan qebûl neke, nabe ku rastê tecrîdê were. Bila bi wîjdan û exlaq tevbigerin û bertek nîşanî vê tecrîdê bidin."

(en/ rc)