Dîlek Ocalan ku di encama pêşniyarekê de xwe ji nûve afirand
09:10
JINHA
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ku ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin û hevdîtin pêk bê di gireva birçîbûnê de cih girt, piştî pêşniyara Abdullah Ocalan ya 'Divê ti bixwînî û bixebitî' bi cidiyetek mezin têdikoşe.
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan di gireva birçîbûnê ya li Amedê pêk tê de cih digire. Dîlek Ocalan di 1987'an de li gundê Amara ya Xelfetiyê tê dinê û zaroka dawî ya malbatê ye. Dîlekê bi xwişk û birayên xwe re di temenê biçûk de berpirsyarî girt. Dîlek 6 mehî bû bavê wê jiyana xwe ji dest dide. li ser vê berpirsyariya 7 xwişk û birayan pirtir dibe. Tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşiyan û dibistana seretayî diqedîne. Dibistana navîn li gundê Cîbîl, ya lîseyê jî li XelfetiyÊ didomîne. Piştî lîseyê ji ber şert û mercan nekare bixwîne.
Pêşniyara Ocalan ya 'bixwîne' bi cidiyet pêk anî
Dîlekê diyar kir ku dema dayika wê diçe hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wê dipirse û got: "Dayika min jî ez vegotime. Rêvebertiyê jî gotiye divê bixwîne û bi awayekî cidî tevlî xebatan bibe. peyama wî ya yekemîn divê çarçoveyê de bû. perwerdeyên me dîtin pir nebaş bûn lê piştî vê peyamê ez pir xebitîm."
Dîlekê da xuyakirin ku Abdullah Ocalan ti car ne aydê wan bûye û got: "Ji zarokatiyê de Ocalan aydê gelekî bû û wek lîder dihat dîtin." Dîlek bi peyama Ocalan ya 'divê bixwîne' rêyek nû şopandiye. Dîlek dibêje divê di qadên cuda yên jiyanê de mirov xwe pêş bixînin.
'Bi xebatên saziyan dest pê kir'
Dîlek piştî pratîka xwe ya zanîngehê li Amedê tevlî xebatên jinan dibe û got: "Min di gelek saziyên jinan de xebata dildar meşand. Min nasnameya xwe di saziyên jinan de dît. Min nekarî bi zîhniyeta memur bixebitim. Min nexwest ez di qadek ku min kor dike de bixebitim.Ji ber vê di saziyên jinan de xebitîm. Min 4 salan di saziyên jinan de xebat meşand."
Têkoşîna jinê li parlamentoyê meşand
Dîlek di 2014'an de di DBP'ê de pêngava pratîka yekem avêt û di 2015'an de bû namzeta parlamenteriya HDP'ê ya Rihayê. Dîlek bû namzet û di 7'ê Hezîranê de hat hilbijartin. Tevî hilbijartinên 1'ê Mijdarê dîsa hat hilbijartin. Vê carê têkoşîna jinê li parlamentoyê meşand. Dîlek îro di gireva birçîbûnê ya ji bo Abdullah Ocalan de cih digire. Dîlekê da zanîn ku ew ne ji têkoşîna jinê û ne jî ji têkoşîna azadiyê dest berdide.
(hu)