Jinên Wanê piştgirî dan greva birçîbûnê
09:11
JINHA
WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û gotin: "Heta em agahiyê ji rêvebertiya xwe negirin emê serî li her rê bidin. Emê xwedî li rêberê ku ji jinan re pêşengî kiriye bibin. Em jin wê têkoşîna xwe li her qadê belav bikin."
Ji gelek aliyên Tirkiye û Kurdistanê ji bo greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 5'ê îlonê de li Amedê hatiye destpêkirin, piştigrî hat. Ji jinên Wanê Besra Ertuşê jî got ji ber demek dirêje agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin hewcedarî bi greva birçîbûnê hebû û got: "Ger agahî ji rêbertiya me neyê emê rabin ser piyan."
'Emê xwedî li rêveberiya xwe derkevin'
Besrayê diyar kir k udi serkeftina ku jinan têkoşîn azadiyê de bidest xistiye rola Abdullah Ocalan girînge û got: "Jin bi salan bûn ji aliyê zîhniyeta mêr ve dihatin pelçiqandin. Rêbertiya me em azadkirin û em jî ji bo azadiya wê hewl bidin. Em xwedî lê derkevin. Di girevê de jin pêşengiyê dikin."
'Emê heta dawiyê têbikoşin'
Ji jinan Emîne Şeybakê jî anî ziman ku jin her tim li dijî şer rawestiyane û dîsa jin di gireva birçîbûnê re pêşengin.Emîneyê got ew piştigriyê didin jinên di girevê de ne û got wê ew jî cihê xwe di girevê de bigirin.
Behiye Ocekê jî bi lêv kir ku ew ji rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan bi fikarin û ji ber vê sedemê jî gireva biçrîbûnê gelek girînge. Behiyeyê got heta ew agahiyê ji rêveberiyê negirin wê grevê bidomînin û piştgiriyê bidin.
(db-htk/hu)