Rêzecivînên Kongreya Star bi rojeva tecrîdê dewam dike
09:14
JINHA
TIRBESIPIYÊ- Kongra Star li Tirbesipiyê û gundê Xeznê ya herêma Sincaq, rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dest girt û banga tevlîbûna çalekiyan li jinan kir.
Kongreya Star li tevahiya bajarên Kantona Cizîrê ji bo bal bikişîne ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê rêzecivînan pêk tîne. Di van civînan de pirsgirêkên jinan jî tê bides girtin. Bi vê mebestê îro li navenda bajar û herwiha gundê Xeznê ya herêma Sincaqê du civîn hatin li dar xistin.
Di civîna navenda bajar ku li Akademiya Şehîd Yekta ya Çand û Hunerê bi tevlîbûna dehan jin ên endamên komîn, sazî û rêxistinan pêk hat de endama Koordînasyona Kongreya Star Dîlan Engîzek axivî. Dîlanê di derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û siyasetê ku dewleta Tirkiyê li Îmraliyê dimeşîne bi berfirehî nirxand. Dîlanê bal kişand ser berxwedana gelê kurd li tevahiya Kurdistanê û Ewrûpayê û çalekiyên greva birçîbûnê bi bîr xist û wiha pêde çû: "Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya jin û gelan e. Lewre divê tevahî jin azadiya Rêber Apo bixwazin."
Dîlanê rewşa jinan jî bi dest girt û da zanîn ku di demên dawî de li herêmê qetilkirin, întihar, şîdet û hwd. bûyerên şîdeta li ser jinê pêk hatine û got ku encama nezaniyê û bê rêxistikinbûnê ye. Dîlanê banga xurtkirina rêxistinbûnê li jinan kir û got ku divê jin tev li hember şidetê dest bide destê hev û wiha pêl da axaftina xwe: "Em wek Kongreya Star ji jinan re dibêjin ku ji bo parastina xwe ya rewa ne tenê di aliyê leşkerî de, herwiha di aliyê zanebûna siyasî, civakî û aborî xwe pêş bixin."
Civîn bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, azadî" û "Bê Serok Jiyan nabe" bi dawî bû.
Di civîna li gundê Xeznê ya herêma Sincaqê jî bi dehan jinên gundên derdor jî amade bûn. Rêvebira Asayişa Giştî Ayten Ferhad civîn birêve bir. Aytenê got: "Rizgariya Rojava tê wateya rizgariya bakûrê Kurdistanê. Azadiya jinê jî tê wateya azadiya giştî ya welat. Bi şoreşê re jinê tevlîbûneke berfireh çêkir. Xwe parast û li kêleka hêzên parastinê cih girt, erd û axa xwe parast. Gelek jin şehîd bûn, ji bo îradeya azadiyê nîşan bidin. Fedakariyeke mezin kirin. Em jî dê li ser şopa wan heya azadî û serfiraziyê bimeşin"
Aytenê behsa pêşketinên şoreşa Rojava kir û li beramberî êrîşên heyî jî da zanîn ku paşve gav avêtin ne mijara gotinê ye. Aytenê girîngiya berxwedan û azadiya welat anî ziman.
Aytenê rewşa tecrîda Îmraliyê jî bi bîr xist û got ku, li hember kiryarên hovane ew ê xebatên hevbeş bidin meşandin.
Di civînê de jinan jî nêrînên xwe parve kirin û pirsên wan ji hêla Aytenê ve hat bersivandin.
Civîna gundê Xeznê jî bi çepik û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
(zc/en/rc)