Til Berak dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir

10:53

JINHA

HESEKÊ- Şêniyên bajarokê Til-Berek û gundewarên wê li hember dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Rojava û Bakûrê Sûriyeyê daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin.

Bi sedan şêniyên bajarokê Til Berak û gundewarên wê li taxa Rojava hatin cem hev, girse bi alên YPG-YPJ'ê, TEV-DEM û Kongreya Star bi dirûşmeyên li dijî dagirkirina Tirkiyê û bi pankartên "Gelê Sûriyê yek e, tu kes nikare Sûriyê parçe bike" heya qada Şehîdên Til Berakê meşiyan. Tevlîbûna jinan ji çalakiyê re balê dikşand.

Li qada Şehîdên Til Berak, ji bo armanca çalekiyê were ziman axaftin hatin kirin. Endamê Meclîsa Gel a Til Berak Hesen Sedûn axivî û destwerdana dewleta Tirkiyeyê ya li Rojava û Bakûrê Sûriyê şermezar kir û da zanîn ku, dê bersiva hewce ji vê dagirkeriyê ji hêla gel ve were dayîn. Şêx û rusipiyê Til Berak Mihemed Ehmed Silêman jî got ku, Tirkiyeyê bi vê yekê dixwaze di nava pêkhateyên Sûriyê û bi taybet kurd û ereban de tevliheviyê derbixîne û anî ziman ku ew ê vê pîlanê vala derxin.

Çalekiya girseyê bi dirûşmeyên "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.

Jinên Til Berak ku ji meşê re pêşengtî kirin ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman. Yek ji jinan Hindiye Hisên wiha got: "Gelê Rojava û Sûriyeyê êdî rastiya siyasetên Tirkiyê fêm kirine û dê li ber siyasetên wan her dem hişyar bin."

Hemda Elî ya ji pêkhateya erebe jî wiha axivî: "Gelê kurd û ereb bi sedan sale bi bi hev re dijîn, bi hev re bajarên xwe ji çeteyan rizgarkirine û dê niha jî rê nedin dewleta Tirkiyeyê ku welatê me dagir bike.

(ls/ee/rc)