Li Amûdê Kongra Star ji bo jinan civîn li dar xist
12:34
JINHA
AMÛDÊ- Kongra Star li bajarê Amûdê ji bo jinên di komîn, sazî û meclîsan de ne civînek pêk anî. Di civînê de rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vegotin.
Kongreya Star li tevahiya bajar û hin gundên Kantona Cizîrê ji bo jinan di derbarê tecrîda girangirkî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û herwiha pêşketinên dawî yên siyasî û rewşa jinan agahdar bike, civînan lidar dixîne. Civînên li Amûdê yek li gundê Sincaq Sedûn û ya din jî li Mala Jinê ya bajar pêk hat. Di civînan de bi dehan jin amede bûn.
Civîna li gundê Sinceqa Sedûn li navenda Şaredariya Gel pêk hat û rêvebera Kongreya Star Xelat Agirî civîn birêve bir. Di civînê de Xelatê derbarê rewşa siyasî ya herêmê, dagirkirina Cerablûsê û êrîşên li ser Rojava û Bakûrê Sûriyê agahî da. Xelatê da zanîn ku bi rêya vê dagirkeriyê dewleta Tirkiyê dixwaze pergala Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê darbe bike. Xelatê ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 5'ê Nîsana sala borî û bi taybet piştî darbeya 15'ê Tîrmehê jê agahî nayê girtin jî diyar kir ku, jinên kurd li her derê divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe xurt bikin. Xelatê her wiha qetilkirina jinan jî bi bîr xist û banga rêxistinbûnê li tevahî jinan kir.
Civîna li Mala Jinê ya bajarê Amûdê jî rêvebera Kongreya Star Delal Rojava birêve bir. Delalê bal kişand ser qetlîama jinan û da zanîn ku, yek ji sedema qatilama jinan paşverotî û kevneşopiyên civakê ne û wiha pêde çû: "Çareseriya ku vê kevneşopiyê ji holê rake jî perwerde ye. Dê wiha civak biguhere. Divê jin ji bo parastina xwe ya cewherî perwerde bibe û wiha dê bikaribe li dijî şîdeta mêr bisekine."
Delalê girêdayî têkoşîna li hember tecrîda Îmarliyê jî çalekiyên greva birçîbûnê ya li bakûrê Kurdistanê ku 50 siyasetmedarên kurd dimeşînin û li Qamişlo û Ewrûpa jî hemwext çalekî hatine destpêkririn jî wiha pêde çû: "Divê li her derê jin bi ruhê serhildanê xwedî li Rêberê xwe derkevin û ji çalekiyan re pêşengtî bikin."
Civîna jinan bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
(rh/en/rc)