Berxwedêrên greva birçîbûnê piştgirî dan xebatkarên perwerdê
12:45
JINHA
AMED - Berxwedêrên Greva Birçîbûnê piştgirî dan akademîsyen û kedkarên perwerderiyê yên kurd ên ji kar hatin avêtin û wiha gotin: "Roj roja li dijî êrîşan xurtkirina têkoşîna hevpar e. Ji bo ku nekevin rewşa keşeyê ku li dijî qirkirina cihûyan a ku faşîzma alman pêk anî bêdeng ma û dema ku dor hate wî poşman bû, em banga xwe ya xurtkirina berxwedana demokratîk dubare dikin. Ji bo ku sibehê dor neyê kesekî û hêj nedereng e…”
50 Berxwedêrên Greva Birçîbûnê yên ku ji bo ji Rêberê PKK’ê agahî bê girtin bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê li avahiya HDP’ê dane despêkirin ji bo piştgiriya akademîsyen û kedkarên perwerdehiyê yên kurd ên ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ji kar hatin avêtin daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Daxuyaniya Berxwedêrên Greva Birçîbûnê wiha ye:
“Îxtidara AKP’ê hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê veguherandiye tasfiyekirina raya giştî ya demokratîk. Hedefa dawî ya vî nêçîra pirhebakan jî akademîsyenên rêzdar ên welan û kedkadêr perwerdehiyê yê kurd in.
Em dijîn û dibînin ku; bi salan e li Îmraliyê qirkirina maf û azadiyan a pêk tê di merhaleya niha de gihîştiye beşên civakê. Muxatabê van êrîşên ku roj bi roj zêde dibe êdî hemû raya giştî ya demokratîk e. Herî dawî akademîsyenên ku der barê pêşeroja vî welatî helwesta xwe ya bi rûmet nîşan dane û bi hezaran kedkarên perwerdehiyê yên kurd ji ber nasnameya xwe ji kar hatine avêtin. Ev operasyona tasfiyekirinê ya li dijî qada perwerdehiyê jî nîşan dide kul i dijî hegemonyaya yekperest a netewe-dewlet ev komên ku wekî tehdîd tên dîtin hedefa dîktaya AKP’ê ye. Em aşkera dikin ku van pêkanîna qebûl nakin û li cem akademîsyen û kedkarên perwerdihiyê yên kurd ên ku ji kar hatine avêtin in. Bang li raya giştî ya demokratîk jî dikin kul i cem kedkarên perwerdehiyê yên bi rûmet cih bigirin û piştevaniyê bidin.
Roj roja li dijî êrîşan xurtkirina têkoşîna hevpar e. Ji bo ku nekevin rewşa keşeyê ku li dijî qirkirina cihûyan a ku faşîzma alman pêk anî bêdeng ma û dema ku dor hate wî poşman bû, em banga xwe ya xurtkirina berxwedana demokratîk dubare dikin. Ji bo ku sibehê dor neyê kesekî û hêj nedereng e…”
(zt)