Koma Awazê Çiya piştî Şengalê li Rojava konser da

13:17

JINHA

TIRBESIPIYÊ-Koma Awazên Çiya ya girêdayî TEV-ÇAND a KCK'ê ji bo hêzên YPG-YPJ'ê û malbatên şervanên jiyana xwe ji dest dane konser da.

Koma Awazên Çiya ku beriya niha li Şengalê berhemên xwe yên hunerî pêşkêşkiribûn, li Rojava jî konserek didin. Konsera ji hêla Hêzên Ewlekariya Sînor ve ji bo şervanên YPG-YPJ'ê û malbatên şervanên jiyana xwe ji dest dane, hate organîze kirin. Konsera Koma Awazên Çiya rastî eleqeyek mezin hat. Welatî ji bajarê Qamişlo, Çil Axa, Dêrik û Şedadê jî beşdarî konserê bûn.

Konser li bendava Mizgeft a bajar pêk hat. Koma Awazyên Çiya ya girêdayî TEV-ÇANA a KCK'ê bi çepikên xurt derketin ser dikê û bi stranên xwe yên ku dengê Çiya digihande Rojava, coş û şahiya şervanan û gel geş kirin. Li ber stranên komê dirûşmeyên "Azadî ji bo Ocalan" hat berzkirin. Jinên tevlî konserê bûne bi tilîli û çepikên xwe reng dan konserê.

(zc/en/rc)